Ji bo kujerê Mehtap û dayika wê hîna jî ceza tune!

  • 09:06 25 Adar 2020
  • Hiqûq

Habîbe Eren                                                                           

ENQERE - Riza Er yê ku Mehtap Er û dayika wê Muazzez Kinay qetil kir, salek û nîve ji doza tê darizandin hîna ceza nehatiye dayîn. Nurdan Ceylan ji bo xwişk û dayika xwe edelet xwest û got: “Xwişka min bi qerîn mir. 6 caran biryara parastinê girt. Lê dadger, dozger û emniyetê xwişka min neparast. Yên cil û bergên tim li xwe dikin, dibêjin ‘me ji bo namûsê kuşt’ û xwe wisa xilas dikin.”

Li Keçîoren a Enqereyê di 2018’an de Mehtap Er û dayika wê Muazzez Kinay ji aliyê Riza Er ve hatin qetilkirin. Riza Er piştî vê hewl dabû zaroka xwe ya du sal û vî û xwişka Mehtabê ya 13 salî jî qetil bike. Mehtap Er ji aliyê Riza Er ve rastî şîdeta sîstematîk dihat û di asta destberdanê de bûn. 8’emîn runiştina Riza Er hefteya borî li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin.

Doza ku gumanbar bi du caran muebeta giran û heta 13 sal û 6 mehan ceza tê darizandin ev du sale berdewam dike. Xwişka Mehtabê, Nurdan Ceylan, bertek nîşanê dirêjbûna dozê û necezakirina gumanbar da.

‘Beriya bê qetilkirin bi wêneyê gorê hat tehdîdkirin’

Nurdanê got gumanbar beriya bûyerê jî xwişka wê tehdîd kiriye û got: “Çend roj beriya bûyerê wêneyê goreke ku hatibû kolan şand ji xwişka min re. Got ‘wê ev bibe gora we’. Xwişka min 6 caran biryara parastinê girt.Lê tevî vê nehat parastin. Mehek beriya bûyerê hat mala me û şîdet li xwişka min kir. Me serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da. Hîna doz nehatibû vekirin xwişka min hat qetilkirin.”

‘Bi çekê hat’

Nurdanê bi lêv kir ku roja bûyerê gumanbar bi hinceta dîtina zarokê xwe hatiye malê û got: “Zarokê xwe girtiye û êvarê saet di 19.00’an de hat malê. Lê bi çekê hat. Ewil berê çekê da xwişka min ya 13 salî. Dayika min diqîre û dibêje dest ji zarokên min berde. Bi çekê êrîşê dayika min û xwişka min dike. Hefteyek şûnde jî hat girtin. Runiştina wî ya ewil 6 meh şûnde hat dîtin.”

‘Em her runiştinê de wê rojê dijîn’

Nurdanê wiha berdewam kir: “Em her runiştinê de wê rojê dijîn. Di her runiştinê de dikene û îftereyan davêje. Ev salek doz didome lê encamek nehta girtin. Cara em tên em ruyê vî kesî dibînin. Her tim zext li ser me ye. Piştî gumanbar hat girtin, bavê wî em tehdî dikirin. Me li kurê xwişka min mêze dikir. Lê bavê Riza Er zarok revand. Me ji her derê alîkarî xwest. Me ji Wezareta Xizmeta Civakî û Malbatî alîkarî xwest. Lê eleqeder nebû. Nehatin runiştinan.Doza velatyetê jî li 7’emîn Dadgeha Cezaya Sulh didome.”

Nurdanê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê gumanbar cezayê herî giran bigire û wiha dawî lê anî: “Daxwaza me eve ku bi tu awayî cezayê wî neyê daxistin û bi cezayê herî giran bê cezakirin. Ger cezayên bibandor bihatana dayîn wê wisa sûc nehatibana kirin. Yên cil û bergên tîm li xwe dikin dibêjin ‘ez neçar mam ji bo namûsê min kuşt’. Jinên biryara parastinê tên dayîn bila bên parastin. Xwişka min bi qêrîn mir. Xwe avêt dadger, dozger û emniyeta vê dewletê. Lê kesî ne dayika min ne xwişka min parast.”