Belgîn Dîken bi şerdê ‘serbestiya bi kontrol’ hat berdan

  • 12:28 24 Adar 2020
  • Hiqûq
AMED - Dozgerê Komarê îfadeya Hevşaredara Yenîşehir a Amedê Belgîn Diken ku 4 meh berê ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ji peyvirê hatibû girtin, girt û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir. 
 
Hevşaredara Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê Belgîn Dîken, duh hat binçavkirin û îro sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî bi daxwaza girtinê Belgin sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê kir. Wezîrê Karê Hûndir, di 13’yê Mijdara 2019’an de qeyûm tayînê şûna Hevşaredara Navçeya Yenîşhîrê ya Amedê Belgîn Dîken kir. Piştî 4 mehan, duh di çarçoveya du lêpirsînên cuda yên bi îdîaya “endamtiya rêxsitinê” debarê Belgin hatibûn vekirin de, polîsan bi ser mala wê de girtibûn û Belgin binçav kiribûn.
 
Belgînê piştî îfadeya wê ya li Dadgeriya Cezayê Sulhê bi şerdê “Heta lêpirsîn dewam bike mala xwe terk nake û nikare derkeve derveyî welêt” hat berdan.