Arzu Kurt ya OHD’î: Di pakêta darazê ya nû de rewşeke durû heye

  • 09:12 24 Adar 2020
  • Hiqûq
Dîlan Babat
 
AMED - Parêzer Arzu Kurt ya OHD’î diyar kir ku 3’yemîn pakêta darazê ya hikûmetê wek zîhniyeta şênber ya zorker ji rayagiştî re hatiye serwîskirin û got: “Ev qanûnên dispêrên nefret, newekhevî û dijminahiyê, hem di alî hiqûqî û hem jî di alî polîtîk de nikare bên qebûlkirin.”
 
Naveroka 3’yemîn pakêta darazê ya wek ‘qanûna efûyê’ di raya giştî de hat dîtin, hinek diyar bû. Girtiyên siyasî di pakêtê de tune ne û ‘bazirganên hişbirê’ xistin çarçoveya efûyê. Parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Arzu Kurt, der barê 3’yemîn pakêta darazê de nirxandin kir.
 
Arzuyê daxuyakirin ku pakêt divê bi du sê aliyan bê destgirtin û got: “Di dîrokê de girtiyên siyasî her tim ji girtiyên edlî wêdetir rastî pêkanînên giran hatine. Di efûyên herî mezin de jî girtiyên siyasî ji derveyê ve hatine girtin. Di vir de di alî efûkirinê de dûrûtiya dewletê dertê holê.”
 
‘Di qanûna Têkoşîna bi Terorê re guherîn nehat kirin’
 
Arzuyê da zanîn ku divê sedema girtina kesên ji sûcên terorê ceza girtine û çawa di girtîgehê de bên pirsîn û got: “Ev bi hezaran kesî eleqeder dike. Dema pakêta darazê dihat amadekirin û beriya wê me got divê di Qanûna Têkoşîna bi Terorê re guherîn bê kirin. Îro bi sedan rojnameger, xwendekar, parêzer, siyasetmedar bi sûcdariya terorê girtine.”
 
‘Mexdûriyet girantir dibe’
 
Arzuyê bi lêv kir ku girtiyên ku mafên wan yên darizandina adîlane hatine binpêkirin, ji ber cezayên dijhiqûqî hatine mexdurkirin û mafên wan yên sereke yê mirovahiyê tê tehdîdkirin û got: “Mexduriyeta heyî hîn bêtir tê girankirin. Divê ev bêdadî ji holê bê rakirin. Ev mijareke ku helwesta polîtîk a desthilatdarî û dewletê derbas dike ye. Divê demildest sererastkirineke adîlane bê kirin û girtiyên siyasî bên berdan.”
 
‘Yên di bin rîskê de divê demildest bên berdan’
 
Arzuyê balkişand ser vîrûsa korona û got koma herî bi rîsk kal û pîr nexweşin û got: “Ev rastiyek zanistiye. Ji ber vê jî tahliyekirin gelek girîng in. Tişta ku divê ewil bêkirin, girtiyên di bin rîskê de bên berdan. Pêkanîna ‘kelepça elektronîk’ a di pakêtê de cih digire, hîna jî rêbazeke înfazê ya bi nîqaş e. Li aliyekî ku azadiyê sînor dike, li aliyê din jî parastina hinek mafên civakî yen girtî armanc dike. Mîsyoneke me ya parêzvanên maf heye ku em mafên girtiyan bikin bi ewlehiyê. Beriya înfaza ceza, parastina tenduristiya wan e. Gelek girîng e ku piştî bên tahliyekirin jî bên rehabîlîtekirin.”
 
Wek berhema zîhniyeta zextxwir dertê peşberî me’
 
Arzuyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nexweşiyeke ku bandor li ser her kesî dike heye. Ev mijara gotinê ye. Ji ber vê jî ji her encameke biçûk ya li girtîgehan jî bêguman wê dewlet berpirs be. Amadekariya pakêta darazê ne nû ye. Destilatdariyê ev her tim wek koz di destê xwe de hişt. Fikra çêkirina vê qanûnê bixabin bi saîkên polîtîk pêk hatin. Wek berhema zîhniyeta zordestan derket pêşberî me.”
 
‘Ev di alî hiqûq û polîtîk de nikare bê qebûlkirin’
 
Arzuyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ev pakêt di alî hiqûqî de nikare bê vegotin û got: “Qanûn ji hewcedariyên civakî dûr in. Ev qanûnên ku aliyekî ku xwe dispere dijminahî û nefretê, xurt dike, aliyê din jî diçewisîne. Ji ber vê jî di alî hiqûqî û polîtîk de nikare bê qebûlkirin. Di van rojên ku vîrûsê bandor li ser hemû cîhanê kiriye divê gotinên ku mafê jiyana mirovan esas digire, li ber çavan bê girtin. Divê di TMK’ê de guherînên berfireh bên kirin.”
 
‘Ne rewşeke ku jiyana wan ji kêyfiyetê re bê hiştin’
 
Arzuyê di dawiya jiyana xwe de balkişand ser çareseriyên alternatîf û taloqkirina înfazan û got: “Niha di rewşa heyî de divê şert û mercên hîjyen, ekîbmanê bê pere bê kirin û şertê fîzîkî bên başkirin. Divê neyê jibîrkirin jî peywira dewletê ya ewil ev e ku welatiyan bide jiyîn. Di alî girtiyan de jî berpirsyariya dewletê zêdetire. Ji ber vê jî rewşa girtiyên siyasî ne rewşeke ku ji kêfiyetê re bê hiştinê ye.”