Yekemîn rûniştina hevşaredaran di 2’yê Hezîranê de ye

  • 09:09 23 Adar 2020
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û ya Stewrê Gulîstan Oncu ku qeyûm tayînê şûna wan bûbûn û di dîrokên cuda de hatibûn binçavkirin û girtin, îdianame der barê wan de hat amadekirin. Xebatên partiya siyasî yên hevşaredaran sûc hat hesibandin û yekemîn rûniştina wan wê di 2’ê hezîranê de bê dîtin.
 
Hevşardara Stewrê ya Mêrdînê Gulîstan Oncu di 15’ê Mijdara 2019’an de hat binçavkirin û girtin. Piştî vê jî qeyûm tayînê şûna wê hat kirin. Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz jî di 4’ê Mijdara 2019’an de, qeyûm tayînê şûna wê bû û di 15’ê Kanûnê de jî hat girtin. Der barê hevşaredarên HDP’Ê Gulîstan û Nîluferê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, hat temamkirin û îdianame hat amadekirin. Bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ îdianame hat amadekirin û ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin. Yekemîn rûniştina hevşaredaran wê di 2’yê Hezîranê de bê dîtin.
 
Îfadeyên şahidên veşarî esas hat girtin
 
Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hat amadekirin, îfadeyên gelek şahidên veşarî cih girtin. Her wiha civîna venasîna namzetan a beriya hilbijartinê de jî di îdianameyê de ‘delîla sûc’ hat hesibandin.
 
Xebata KCD’ê sûc hat hesibandin
 
Her wiha dîs îfadeya şahidê veşarî yê bi navê 1KO3SOV0A8 esas hat girtin û hat gotin ku Nîlufer Elîk Yilmaz û Gulîstan Oncu bi sifata delegeya KCD’ê ya Mêrdînê tevlî civînan bûne.
 
Daxuyaniyên çapemeniyê jî wek delîl hatin nîşandan
 
Di berdewamiya îdianameyê de dîsa tevlîbûna daxuyaniyên çapemeniyê yên Nîlufer Elîk Yilmaz û Gulîstan Oncu û axaftinên ku kirine jî wek delîla sûc hatin nîşandan.
 
Di îdianameyê de ji bo her du hevşaredaran bi îdiaya ‘alîkatiya rêxistinê’ û ‘endamtiya rêxistinê’ daxwaza ceza hat kirin.