Ji ber destdirêjiyê li her yekî 24 sal cezayê girtîgehê hat birîn

  • 14:23 19 Adar 2020
  • Hiqûq
RIHA - Li Sîweregê, xal û birayê mezin ên destdirêjiya zaroka bi navê A.B. kirin, her yek 24 sal cezayê girtîgehê li wan hat birîn. 
 
2’yemîn danişîna piştî temyîzê ya doza derbarê birayê M.B. û xal M.Î. yên li navçeya Sîwereg a Rihayê destdirêjiya zaroka bi navê A.B. kirin de hatibû vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sîweregê hat dîtin. Bersûc bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Bersûcên ku sûcdariyên li ser xwe qebûl nekirin, diyar kirin ku ne wan tenê destdirêjî kiriye û daxwaza berdana xwe kirin. 
 
Dadgehê, xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û ji bo her du bersûcan bi sûcdariya “îstîsmara zayendî ya zarok” her yekê 24 sal cezayê girtîgehê birî.