Ji bo gumanbarê fihuş li zarokê ferz kir 16 sal û 8 meh ceza

  • 09:06 17 Adar 2020
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED  - Azîze Davulcu ji ber ku fihuş li zarokekê ferz kiribû, dihat darizandin û di rûniştina biryarê de heyeta dadgehê 20 sal ceza lê birî. Lê heyetê ‘Têkiliya civakî ya gumanbarê û bandora li ser pêşeroja wê’ li ber çavan girt û ceza daxist 16 sal û 8 mehan. Darizandina 3 gumanbarê din jî didome.
 
Li navçeya Sûr a Amedê zarokeke ku bi êrîşa zayendî re rûbirû mabû ji aliyê kesên ji malbata wê ve rastî tehdîdê hatibû û fihuş lê hatibû ferzkirin. Amûjina wê Azîze Davulcu fihuş li zarokê ferz kiribû û zarok ducanî mabû û di 2016’an de li Nexweşxanaya Welîdînê ya Amedê zarok anîbû dinê û li ser vê bûyer derket holê. Ji ber temenê zarokê, agahî ji bo saziyên rayedar hat dayîn û piştre lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Azîze Davulcu de îdianame amade kir û ji sûcên ‘zarok teşwîqê fihuşê kirin an jî navbeynkarî kirin’, ‘bi awayekî sîstematîk êrîşa zayendî ya li hember zarok’ di navbera 26 û 47 salî de ceza hat xwestin.
 
Li Azîze Davulcu ya ku li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê dihat darizandin ewil 20 sal ceza û piştre ceza hat daxistin û 16 sal û 8 meh ceza hat birîn.
Kesên ji malbatê fihuş lê ferzkirin
 
Di îdinameyê de hat diyar kirin ku di 2016’an de li taxeke Sûrê ya Amedê zarokek bi êrîşa zayendî re rûbirû maye û hevjîna birayê wê Azîze Davulcu bi tehdîdê fihuş lê ferzkiriye. Di îdianameyê de hat diyar kirin ku li gorî îfadeya zarokê ya Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) girtiye, bi tecawiza birayê xwe Sadik Davulcu û birayê Azîze Davulcu, Sadun Demîr re rûbirû maye. Her wiha zarokê di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku Azîze Davulcu beramberê pere ew xistiye fihuşê û carekê jî Sadik Davulcu, Azîze Davulcu û xwişk û birayên Azîzeyê, Sadun û Berîvan Demîr ew biriye Elezîzê û bi tehdîdê fihuş lê ferzkirine.
 
Di îdinameyê de Sadik Davulcu parastineke ji rêz kiriye û parastiye. Her wiha di îdianameyê de hat gotin ku Azîze Davulcu zarok tehîd kiriye û bi êrîşa zayendî ya Mehmet E re rûbirû maye. 
 
Rûniştina biryarê di rojên borî de hat dîtin. Heyeta dadgehê mutalaya xwe aşkera kir û der barê Azîze Davulcu de ji sûcên ‘zarok teşwîqê fihuşê kirin an jî navbeynkarî kirin’, ‘bi awayekî sîstematîk êrîşa zayendî ya li hember zarok’ di navbera 26 û 47 salî de ceza hat xwestin.
 
Li Azîze Davulcu ya ku li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê dihat darizandin ewil 20 sal ceza û piştre ceza hat daxistin û 16 sal û 8 meh ceza hat birîn.
Hat hînbûn ku zarok niha li yurdekê dimîne û der barê Sadik Davulcu, Sadun Demîr, Mehmet Demîr de jî darizandin didome.