Dadgehê 35 sal da: Îstînafê bi beratê tehliye kir

  • 09:03 16 Adar 2020
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Dadgeha Herêmî ji bo Azîz Orhan yê sûcê ‘êrîşa zayendî ya sîstematîk’ pêk anîbû 35 sal ceza birî lê 7’emîn Daîreya Cezaya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê ceza xera kir û biryara tahliyeya gumanbar da.
 
Li Bismil a Amedê Azîz Orhan yê ajokarê tekstîlekê bû, di 2017’an li hember zarokekê êrîşa zayendî ya sîstematîk pêk anîbû. Piştî zarok ducanî ma tecawiz derket holê û gumanbar di 26’ê Hezîrana 2018’an de hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianame amade kir û heta 38 salan ceza xwest. Ji bo gumanbarê li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê dihat darizandin 35 sal ceza hat birîn lê dadgeha îstînafê ceza xera kir û bi hinceta wesfa sûc guheriye, biryara tehliyeyê da.
 
Rastî êrîşa zayendî hat
 
Di îdianameyê de wiha hat gotin: “Zaroka bi navê E.B ya li Bismilê xebatkara fabrîka tesktîlê bû, rastî êrîşa zayendî ya ajokarê kargeriyê Azîz Orhan hatiye. Zarok bi çekê hatiye tehdîdkirin û piştî zarok ducanî maye bûyer derketiye holê û mexdûrê gilî kiriye. Gumanbar di îfadeya xwe de sûc qebûl nekiriye û piştî mexdûrê zarok aniye dinê ji pitik xwîn hatiye girtin û di DNA’yê de derketi ye holê ku bavê zarok Azîz Orhan e.”
 
Îdianame ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezay a Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.Di îdianameyê dozger ji sûcên cuda cuda ceza daxwaz kir. Heyeta dadgehê ji bo gumanbar 35 sal ceza birî.  Her wiha biryara berdewamkirina girtina wî da.
 
Îstînafê biryara beratê da
 
Parêzerê Azîz Orhan li 7’emîn Daîreya Cezaya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê îtîrazê biryarê kir. Dadgeha îstînafê biryara dadgeha herêmî xera kir û li gorî wesfa sûc û cezayê hatiye birîn, biryara tahliyeya gumanbar da.