Ji bo mêrê ku Bedîa Çakar qetil kir cezayê muebetê

  • 09:12 30 Çile 2020
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Ji bo mêrê ku sê sal berê li navçeya Omerî ya Mêrdînê jina bi navê Bedîa Çakar qetil kiribû û cezayê muebetê hatibû dayîn û ceza ji aliyê Dadgerî û Dadgeha Îstînavê ve hat erêkirin.
 
Li navçeya Omerî ya Mêrdînê jina bi navê Bedîa Çakar (24) ji aliyê mêrê bi navê Kazim Ozkan (38) ku bi mehra olî pê re zewicandîbû di 23’ê îlona 2017’an de hat qetikirin. Kesên derdorê li ser dengê çekê çibûn malê û Bedîa birîndar dîtibûn. Bedîayê li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Gumanbar Kazim Oskan piştî 6 rojan hat binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
 
Gumanbar Kazim Oskan, di îfadeya xwe de îdia kir ku bi şaşî gule teqyaye. Lê rapora Tipa Edlî ev gotinên Kazim derewand. Der barê Kazim Oskan de doza cemawerî hat vekirin û ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ hat darizandin. Kazim di rûniştinan de îfadeya xwe ya li emniyetê dubare kir. Di rûniştina tebaxa 2019’an de li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin de der barê Kazim Oskan de ji ‘qestî kes kuştin’ cezayê muebetê hat birîn.
 
Bedîayê der barê şîdetê de daxwazname daye
 
Di pêvajoya ku doz hat dîtin de, hat hînbûn ku gumanbar berê jî şîdet li Bedîayê kiriye û Bedîayê jî der barê vê de daxwazname daye Serdozgeriya Komarê ya Omerî. Di daxwaznameyê de derketibû holê ku Kazim Oskan tehdîda ‘tu nikarî alavên xwe bibî. Ger bibî ez ê bi çeka xwe te bikujim’ li Bedîayê kiriye.
Dadgeha îstînafê jî cezayê muebetê yê ku dadgeha herêmî daye erê kir. Biryara dadgehê ji aliyê dadgeriyê ve jî hat erêkirin.