Derbarê îbareya 'Kurdistan' de biryara bêşopandin

  • 15:57 23 Çile 2020
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Derbarê Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç de  bi îdîaya broşûrên belav kirine li ser wan îbareya  “Kurdistan” hebûye lêpirsîn hatibû destpêkirin. Derbarê lêpirsîna hat destpêkirin de biryara bêşopandinê hat dayîn. 
 
Derbarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ve bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsîn hatibû destpêkirin derbarê lêpirsîn  ku hatibû destpêkirin de biryara bêşopandinê hat dayîn. Ji aliyê Meclîsa Ciwanên HDP’ê ve di 16’ê Tîrmeha 2019’an de turnuvaya fitbolê ya “Li dijî Tiryak, Çilvirîş û Asîmîlasyonê” broşûrên destan ku li ser ibareya “Kurdistan” dinivîsî hatibûn belavkirin û bi vê hincetê derbarê Gulerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê piştî lêkolînê diyar kir ku peyva “Kurdistan” berê ji aliyê 16’emîn Daîreya Cezayê GIran ve di çarçoveya azadiya ramanê de hatiye nirxandin û derbarê dozê de biriyara bêşopandinê da.