Doza 11 HDP’yiyan hat taloqkirin

  • 14:49 23 Çile 2020
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Di 22’ê Tebaxa 2019’an de bi îdîaya çalakiya meş û dengderxistên li dar xistine derbarê 11 HDP’yiyên doza hatibû vekirin. Yekemîn daneşîna dozê hat dîtin û doz  taloqê 9’ê Nîsanê hat kirin.
 
Di 22’ê Tebaxa 2019’an de bi îdîaya çalakiya meş û dengderxistênê li dar xistine derbarê 11 HDP’yiyên doza hatibû vekirin. Daneşîna yekemîn a doza bi îdaya “Li dijî qanûnê Civîn, meş lidarxistine, rêvebirine û tevlî çalakiyan bûne” hat vekirin, li 1'emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Cizîrê hat dîtin.  Di daneşîna hat kirin li gel 11 hedepeyiyan parêzerên wan jî di daneşînê de amade bûn.  
 
Doz bi tespîtkirina nasnameyan hat destpêkirin û piştre îdîaname hat xwendin. Di serî de endama PM'a HDP’ê Zelal Yerlîkaya parastin kir û got: “Qeyûm tayînê şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hatibûn kirin. Partiya me jî li dijî van qeyûman biriyara çalakiya deng derxistinê û meşê girtibû. Me di wê dîrokê de bi wekîlên xwe re serdana malbatan dikir.  Her wiha ger ku me çalakî kiribe jî ez wê wekî sûc nabînim. Ev doz ne li dijî me lê li dijî partiya me ye. Em beraeta xwe dixwazin.”
 
‘Ev êrîşa li dijî partiya me ye’
 
Piştre Hevşaredarê Cizîrê ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin Mehmet Zirig parastina xwe kir û wiha anî ziman: “Qeyûm tayînê şaredariyên me yên Amed, Wan û Mêrdînê hatibûn kirin. Ji ber AKP’ê vîna gel xesp kiribû gel li hemû bajaran li ser piyan bûn. Ev doza ku di derbarê me de hatiye vekirin em qebûl nakim û ev bêhiqûqî ye. Ev doz li dijî partiya me hatiye vekirin û sûc e. Dixwazin pêşiya partiya me bigirin. Her wiha partiya me tim li pişt gelê xwe ye. Di wê dîrokê de jî me serdana malbatan dikir. Ger ku em tevlî wê çalakiyê bûne jî wek hevşaredar û endaman ew jî erka me ye ku divê em li pişt gelê xwe bisekinin. Ev li dîjî partiya me sûc e. Em polîtîqayên qeyûm şermezar dikin. Em dixwazin ku ev doz bi dawî bibe û beraeta xwe dixwazim.”
 
Piştre Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç parastina xwe kir û wê jî îfadeyên xwe yên berê li emniyetê dabûn dûbare kir û beraeta xwe xwest. Piştre HDP’yiyên din parastin kirin û wan jî îfadeyên xwe yên berê dûbare kirin û  beraetta xwe xwestin.  
 
‘Dosye li gor hiqûqê nehatiye amadekirin’
 
Piştre parêzer Fîlîz Olmez parastina mûwekÎlan kir û bi lêv kir ku di dosyeyê de tu tiştên ku bibin sûc nînin û wiha domand: “Dosye li gor hiqûqê nehatiye amadekirin. Li dijî hiqûqê îdîaname hatiye amadekirin. Li gor asayÎ divê ev îdîaname şûn de bihatiya şandin. Cihê ku parêzer heye de tilîlî lêdan nesûce. Divê ev îdîaname nehata qebûlkirin. Taybetî ev qedexe jî li ser HDP’ê tê kirin. Mûwekîlên me ji ber nasnameyên xwe yên polîtîk wê derê bûn. Mûwekîlên me tu sûcê nekirine. Em biryara beraata mûwekîlên xwe dixwazin.”
 
‘Di wê dîrokê de qedexe qediyaye’
 
Herê dawî parêzer Mehmet Emîn Guven parastin kir û wî jî ev tiştan got: “Mûwekîlên me tu sûcê nekirine. Walitiyê di 7’e Tebaxê de qedexe îlan kiriye û dîroka sûcê jî 22’yê Tebaxê hatiye nîşandan. Li gor hesaba qedexeya Waliyê di 22’ê Tebaxê de diqede. Ji ber wê jî ger ku çalakî pêk anîbin jî ne sûce. Ji ber ku qedexe qediyaye. Biryara beraata mûwkîlên xwe dixwazim.”
 
Piştî parastinan navbera ku hat dayÎn de heyeta dadgehê biryara, belgeyên kêmin temam bikin û Ramazan Dalmişê ku îfadeya wî nehatiye girtin tevlÎ dozê bibe doz taloqê 9’ê Nîsanê hat kirin.