Doza Gulser Yildirim dîsa hat taloqkirin

  • 13:25 22 Çile 2020
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Daneşîna doza ku parlamentera HDP'ê yaq berê Gulser Yildirim jê tê darizandin dîsa hat taloqkirin. 
 
Daneşîna Doza ku parlamentera HDP'ê ya berê Gulser Yildirim bi hinceta, axaftinên wê yên sala 2012 û 2016'an lê hatibû vekirin û girtî jê tê darizandin li li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Di daneşînê de parêzer û malbata Gulserê jî cih girtin.  
 
Gulser ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandrayê bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bû. Gulser diyar kir ku piştî dosyayên wê yên ku hatine yek kirin bigihîjin destên wê ew ê parastinê bike û xwet ku dozên li bajarên din lê hatine vekirin jî bînin Mêrdînê. 
 
Piştre aprêzerê Gulserê parastin kir û piştî parastina parêzer ji daneşînêre naber hat dayîn. 
 
Piştî navberê heyeta dadgehê, daneşîn taloqî 1'ê Nîsanê hat kirin.