Kesê destavêj bi cezayê muebetê hat cezakirin

  • 13:57 21 Çile 2020
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Di daneşîna biryarê ya doza derbarê Ayşe Akyuz ku di sala 2016'an de li gundê Saricana girêdayî Artukluyê hat qetilkirin ji kujer Îlyas Akdogan ji sucê "kuştina bi qestî" cezayê muebetê û ji sucê "destavêtinê jî" 10 sal cezayê girtîgehê hat  dayîn. 
 
Li gundê Sahrinca navçeya Artûklûya Mêrdînê di 24’ê îlona 2016’an de Ilyas Akdogan dest avêtibû Ayşe Akyuz û piştre jî ew  qetil kiribû. Danişîna biryarê ya doza ku êrîşkar Ilyas Akdogan jê tê darizandin  li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a  Mêrdînê hat dîtin. Îlyas Akdogan ji Girtîgeha Rihayê bi rêya SEGBÎS'ê  beşdarî danişînê bû.
 
Ferdên malbata Ilyas Akyuz jî dihatin darizandin. Dadgehê derbarê ferdên malbatê de biryara beratê da. Her wiha dadgehê bi sûcdariya “Kuştina bi qestî” cezayê muebetê û bi sûcdariya “Destavêtinê” jî 10 sal cezayê girtîgehê lê birî.