Gumanbarê êrîşa zayendî, serbest e!

  • 09:05 18 Çile 2020
  • Hiqûq
 
 
MÊRDÎN - Egît Şaşmaz yê li Nisêbînê jina bi navê B.Y bi mirinê tehdîd kir û tecawiz kir, bêyî girtî tê darizandin.
 
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê mêrê bi navê Egît Şaşmaz, bi tehîda mirinê tecawizî jina bi navê B.Y ya 19 salî kiribû. Der barê bûyerê de Egît Şaşmaz li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê tê darizandin û tevî hemû îfade û gilîkirinan serbest tê darizandin.
 
Bi talîmata yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê, ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ve îfadeya B.Y hat girtin û B.Y di îfadeya xwe de diyar kir ku Egît Şaşmaz hem li ser çapemeniya civakî û hem jî di alî fîzîkî de ew bi mehan tacîz kiriye. B.Y diyar kir ku gumanbar hem ew hem jî malbata wê bi mirinê tehdîd kiriye û roja bûyer hatiye jiyîn Agît bi çekê derketiye pêşberî wê û tehdîda ‘ger tu bi min re neyê ez ê birayê te bikujim’ kiriye.
 
‘Tu ne ya ewil e û ne ya dawî ye’
 
Di îfadeyan de hat diyarkirin ku Agît, B.Y bi zor li wesayîtê kiriye û gotiye ‘tu ne ya ewil ne jî ya dawî ye’ û tevî hemû îfadeyan Egît Şaşmaz li derve ye. Hat hînbûn ku Egît Şaşmaz di 2015’an de jî ji sûcê êrîşa bi kêr hatiye girtin lê piştre hatiye berdan.
 
Rûniştina dozê li Yekemîn Dadgeha Cezaya Mêrdînê di 12’ê Adarê de ew ê bê dîtin.