12 HDP'yî berat bûn

  • 12:35 14 Çile 2020
  • Hiqûq
EDENE - Tevî Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural 12 kesên HDP'î ji doza ku hatin darizandin berat kirin. 
 
Tevî Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural 12 kesên HDP'î li Edeneyê hatin darizandin. 3'emîn rûniştina doza derbarê 12 HDP'yan de li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin 
 
Heyeta dadgehê daxwaza dozger û parêzeran qebûl kir û derbarê HDP'yan de biryara beratê da.