Îtîrazê biryara dadgehê kirin

  • 09:35 9 Çile 2020
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Li Nisêbînê di qedexeya derketina derve de, Dîlan Aslan hatibû binçavkirin û girtin û piştre ji doza bi sûcdariya ‘zirar daye malê cemaweriyê’ hat darizandin û ji dozê berat kir. Lê Xezîneya Aboriyê ya Mêrdînê got ‘Biryara hatiye dayîn bûye sedema mexduriyeta îdareyê’ û îtîrazê biryara beratê kir.
 
Yek ji kesên ku di qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de hatibû binçavkirin û girtin Dîlan Salan bû. Li Dîlanê di runiştina li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin de 35 sal û 10 meh ceza hat birîn. Ji ber pêvajoyê dema ku  hat girtinê zarok bû cezayê wê yê muebetê veguhertin 35 salan. Dadgehê ji sûcê ‘zirar daye malê cemaweriyê jî’ biryara beratê der barê Dîlanê da.
 
Li ser vê biryarê Xezîneya Aborî ya Mêrdînê ya girêdayê Wezareta Xezîne û Aboriyê, îtîraz kirin û bi îdiaya ‘bûye sedema mexduriyeta îdareyê’ serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê dan.
 
Piştî biryara beratê parêzerên Xezîneya Aborî ya Mêrdînê daxwaznameyek dan 2’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê û îtîrazê biryarê kirin.