Doza gumanbarê tacîzê polîs Ercan Uysaler sibehê ye

  • 09:11 8 Çile 2020
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Polîsê bi navê Ercan Uysaler ji aliyê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve wek midûr hatibû pewyirdarkirin û derket holê ku Ercan Uysaler fuhuş li jinekê ferz kiriye û duyemîn rûniştina doza der barê wî de sibehê wê bê dîtin. Der barê gumanbar de ‘Biryara bi zorê bînin’ heye. Jin der barê mijarê de axivîn û diyar kirin ku wê roja rûniştinê li dadgehê bin.
 
Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman di 2016’an de wek qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bûbû. Mustafa Yaman, wê demê polîsê bi navê Ercan Uysaler, kiribû midûrê Kent A.Ş. Derketibû holê ku Ercan Uysaler li jinekê bi zorê fuhuş ferz kiriye û doza der barê wî de hatibû vekirin, rûniştina wê ya duyem sibehê ye. Gumanbarê tacîza zayendî ku bi sûcê ‘êrîşa zayendî ya sivik’ li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê serbest tê darizandin, di rûniştina yekem de, heyetê biryara bi zorê bînin dabû. Jinan der barê rûniştinê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku wê roja rûniştinê li dadgehê bin û heta dawî pêvajoya hiqûqî bişopînin.
 
‘Di dozê de tu tişt xesas pêş nakeve’
 
Endama Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê, Melîke Bîsîkletçîler, diyar kir ku piştî tacîzê, li bajar bûyerên îstîsmara zayendî zêde bûne û got: “Di vê pêvajoyê de dadgeh divê bi cidiyet nêzî darizandinê bibe. Qeydeke deng a der barê ku bi şantajê digirin kar heye. Vê rewşê piştre întîkalê darazê kir. Ne gumanbar ne jî pergala hiqûqê li gorî rê û rêbazan naxebitin. Hûn dizanin wek gelek bûyerên wisa dadgeh bi giştî bi nêrîna mêr kanûnan şîrove dikin. Ji ber vê jî ceza nayên dayîn an jî tên sivikirin, yanî cidî nayên girtin.”
 
'Em jin ligel hev xurtir in û divê em li dijî van pêkanînan her tim bibin yek û têbikoşin'
 
Melîkeyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku wê wek jin şopdarên dozê bin û wê roja rûniştinê li salona rûniştinê bin û got: “Ger cezayên pêwist neyên dayîn, wê pêşiya rewşên wisa bên vekirin. Ligel vê mixabin li Tirkiyeyê li her derê îstîsmara zarokan û kuştinên jinan tên jiyîn. Em hewl didin tevlî van dozan bibin. Em jin ligel hev xurtir in û divê em li dijî van pêkanînan her tim bibin yek û têbikoşin.”
 
‘Desthilatdarî tiştên tên jiyîn rewa dike’
 
Endama Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Artuklu Renas Aburşu jî bertek nîşanê zêdebûna bûyerên wisa da û got desthilatdarî îstîsmar û cînayetên jinan vedişêre û got: “Helwesta cidî ya ku deshtilatdarî nagire, jin digirin. Di 9’ê çileyê de der barê bûyera tacîzê de rûniştin heye. Divê hemû jinên Mêrdînê tevlî rûniştinê bibin. Desthilatdarî li dijî îstîsmar û kuştina jinan bêdeng dimîne, lê dema jin daxuayniyekê didin hema pêşî lê digirin. Divê em bêjin êdî bes e.”