‘Şerdê kontrola edlî di demên dawî de ji rêzê tê dîtin’

  • 09:07 8 Çile 2020
  • Hiqûq
Dîlan Babat
 
ENEQERE - Parêzer Şevîn Kaya da zanîn ku ji bo dozên bûye malê rayagiştî ‘biryara veşariyê’ hatiye dayin û bi vê yekê hewil tê dayin ku ji rayagiştî bê veşartin û got: “Hewl didin parêzeran ji derveyê darazê bihêlin. Bi biryara veşariyê, delîl nayên komkirin û xwegîhandina rastiya aboriyê ya di dosyayan de jî zehmet dibe.”
 
AKP, li hember muxalîfên dengê xwe li dijî pêkanînên wê bilind dikin binçavkirin û girtinan pêk tîne û li hezaran kesî bi îdiaya ‘terorîst’ ceza tê barîn. Îradeya gel, destkeftiyên gel tên xespkirin, yên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin jî dişînin girtîgehan.
 
Di 2019’an de di operasyonên li hember HDP’ê de hezar û 674 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin û 200 heb jî hatin girtin. Di 5 salên dawî de 6 hezar endamên HDP’ê hatin girtin. Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê şûnde 23 hevşaredar hatin girtin. Bi hinceta xebatên hilbijartinê meşandine jî 750 kes hatin binçavirin û 107 heb hatin girtin.
 
Kesên bi hinceta faliyetên partiya siyasî hatin binçavkirin, her çiqas bên berdan jî bi şerdê kontrola edlî tên berdan. Pêvajoya zextê bi biryarên veşarî yên ji bo dosyayan tên dayîn didome. Yek ji astengiyên li pêş darizandina adîlane, biryarên veşarîne. Parêzer Şevîn Kaya encam û sedemên biryara veşartiyê nirxand û got ev ne hiqûqî ye, pêkanîneke kêfî ye.
 
‘Şerdê kontrola edlî di demên dawî de ji rêzê tê dîtin’
 
Şevînê destnîşan kir ku di demên dawî de ‘şerdê kontrola edlî’ ji rêzê tê dîtin û got: “Di çarçoveya lêpirsîna derbarê kesan de tê meşandin de, dema binçavkirin pêk bê, bi qedexeya derketina derve û şerdê kontrola edlî ku divê îmze bê avêtin, tên berdan. Hema hema her kes di bin barê kontrola edlî de ye. Biryara girtinê jî demeke dirêj e ji tedbîrê derketiye. Ji bo her dosyayê bi destpêkirina lêpirsînê re, biryara veşariyê tê dayîn û nahêlin parêzer xwe bigihîne dosyayê. Ev biryarên veşariyê jî bi awayekî kêfî tên dayîn. Bi biryara veşariyê, delîl nayên komkirin û xwegîhandina rastiya aboriyê ya di dosyayan de jî zehmet dibe.”