Li Fîgen Yuksekdag cezayê pere hat birîn

  • 17:15 7 Çile 2020
  • Hiqûq
WAN - Di rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê de Fîgen Yuksekdag de ku bi îdiaya "heqaret li serokkomar kiriye" hatibû vekirin 1740 tl cezayê pere li Fîgenê hat birîn. 
 
Rûniştina doza bi îdiaya "heqaret li serokkomar kiriye"li Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê de Fîgen Yuksekdag hatibû vekirin li 7'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeya Wanê hat dîtin. 1740 tl cezayê pere li Fîgenê hat birîn. Parêzerê Fîgenê jî û yê Tayip Erdogan jî li eywanê amade bûn. Fîgenê bi rêya SEGBIS'ê beşdarî rûniştinê bû. 
 
'Em tu carî serî natewînin'
 
Figenê wiha got:"Em tu carî serî natewînin. Em ê bi hêz û bi cesaret li dijî zilmkaran li berxwe bidin. Bila gelê me baş bizanibe ku em ê bi ser bikevin. Ew ê zilmkar jî hesab bidin."