Parêzer Gulhan: Biryara Dadgehê ji bo hemû dozên erênî bi encam bûn xeter e

  • 09:08 5 Çile 2020
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Parêzer Gulhan Kaya ku biryara Dadgehê ya xerakrina dosya Abdullah Melîh Bariş yê ku Nurcan Aslan qetil kibirû, xera kir, nirxand û da zanîn ku ev biryar nîşaneya yekbûna mêr-dewlet-darazê ye. Gulhanê da zanîn ku ev biryar ji bo dozên ku erênî bi encam bûne xeter e.
 
Abdullah Melîh Bariş di 30’ê Çileyê 2016’an de li Kuçukçekmece ya Stenbolê, jina bi navê Nurcan Arslan bi çekê qetil kiribû. Piştî bûyerê gumanbar Abdullah Melîh Bariş, di 13’emîn Dadgeha Cezaya Giran hat darizandin. Di biryara runiştinê ya di 12’ê Nîsana 2018’an de hat dîtin de heyeta dadgehê li Abdullah Melîh ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ cezayê muebeta giran da û piştre jî ji rewşa baş ceza daxist û veguher muebetê. Piştî biryara dadgeha herêmî şûnde gumanbar û parêzerên wî dosya birin Dadgeriyê.
 
Yekemîn Daîreya Cezaya Dadgeriyê îdia kir ku ‘nehatiye fêmkirin ku gumanbar kengê biryara mirinê girtiye û divê ev rewş jî ji bo fêdeya gumanbar bê şîrovekirin’ û biryara xerakirina biryarê da. Piştî vê biryar hat dayîn ku doz di 7’ê Çile de li 13’emîn Dadgeha Cezya giran bê dîtin.
 
‘Ji bo ji ceza xilas bibe îftere avêt’
 
Parêzera Nurcanê, Gulhan Kaya biryara dadgeriyê nirxand û got piştî doz bi encam bûye şûnde bi parêzerê gumanbar re doz birine dadgeriyê û got: “Dadgeriyê îtîraza wan qebûl kir û biryar xera kir. Dadgerê di doza Nurcan Aslan de, tevî gelek îftereyên gumandar di alî qetilkirina plankirî de nirxandin kir û ceza da. Daxistina tahrîka bêmaf jî nekir û me di vî alî de biryrek erênî dît.Gumanbar di seranserê darizandinê de got Nurcan Aslan ew tehdîd kiriye û gelek îftere avêt ser. Her wiha îdia kir ku tenduristiya mêjiyê wî jî ne di cih de ye. Ev hemû ji bo ku ji ceza xilas bibe kir. Lê biryara ku dadgeriyê daye, biryara erênî holê rakiriye.”
 
‘Çalakiyeke ku hatiye plankirinê ye’
 
Gulhanê destnîşan kir ku gumanbar ji Tokatê bi çeka bêruhsat hatiye Stenbolê û Nurcan qetil kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya vê jî bi dehan carî Nurcanê tehdîd dike. Li heval, xizm û patronên Nurcanê digere û dibêj e ‘ya wê bibe ya min yan jî ez ê bikujim’.Heta Nurcan ji bo gilî bike diçe Edliyeya Bakirkoyê. Lê xizmên wê dikevin navberê. Ev kes jî dibêj e ‘ez carek din nakim’ û lêborînê dixwaze. Li ser vê Nurcan dest ji gilî ber dide. Ev hemû ketin dosyayê. Tehdîdên li ser çapemeniya civakî, îfadeyên şahdidan nîşan dide ku ev kes ji bo kuştina Nurcanê hatiye. Yanî çalakiyeke ku berê hatiye plankirinê ye.
 
Gulhanê bi lêv kir ku encama ji nûve darizandinê girînge û got divê dadgeha herêmî di biryara xwe de israr bike û got: “Ev biryara dadgeriyê nîşaneya yekbûna mêr-dewlet-darazê ye. Ev biryar ji bo dozên ku biryara erênî hatiye dayîn jî bi rîsk e.Ji ber vê jî divê xwedî li vê dozê bê derketin.”