Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serbest hat berdan

  • 17:16 27 Kanûn 2019
  • Hiqûq
AMED - Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şehrîban Zugurlu dema beşdarî daxuyaniya li dijî tayinkirina qeyûman bûbû hatibû girtin. Şehrîbanê di rûniştina yekem de serbest hat berdan. 
 
Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şehrîban Zugurlu di 14'ê Mijdarê de dema beşdarî daxuyaniya li dijî tayinkirina qeyûman bûbû bi hinceta 'li dijî polîsan derketiye' hatibû girtin. Şehrîbanê di rûniştina yekem a li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de serbest hat berdan.