Gumanbar û zarok li heman salonê îfade dan!

  • 09:13 27 Kanûn 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Li Mêrdînê mêrê bi navê M.A zaroka ji sedî 65 ji mejî astengdar e bi îstismara zayendî rû bi rû hişt. Piştî doza hat vekirin şûnde du rûniştin pêk hatin û di herdu rûniştinan de jî zarok û gumanbar di heman demê de li salonê cih girtin.
 
Li navenda Mêrdînê zaroka ku ji sedî 65 ji mejî astengdar e ji aliyê mêrê bi navê Metîn A. (20) ve rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hatibû. Zarok di meha Çile de bi şev li ber deriyekî cemidandî hat dîtin û piştre îfadeya wê hat girtin diyar kir ku dema ji Metîn A. reviyaye çûye ber mala ku deriyê wan vekiribû. Malbata ku zarok çûbû ber derê wan, zarok teslîmê malbata wê kirin û zarok ligel pedagog îfadeya xwe da. Di îfadeyê de diyar kir ku Metîn A. ew tehdîd kiriye û bi dehan carî li hember wê îstîsmara zayendî pêk aniye.
 
Malbatê jî gilî kir
 
Malbatê piştî îfadeyên zarokê der barê Metîn A. de gilî kir. Metîn A. yê hat binçavkirin, bi îfadeyeke ‘Ne wek zarokan bû’ xwe parast. Gumanbar ji sûcê ‘li hember zarokê îstîstîsmara zayendî’ hat girtin. îdianameya hat amadekirin jî ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran ve hat qebûlkirin.
 
Zarok û gumanbar li heman salonê ne
 
Di girtekan de derket holê ku di du rûniştinên hatinde dîtin de hem zarok û hem jî gumanbar di heman demê de li salonê cih girtine. Rûniştina din jî di 4’ê Adara 2020’an de wê li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê bê dîtin.