Mêrê êrîşa zayendî kir hat girtin

  • 15:47 26 Kanûn 2019
  • Hiqûq

AMED - Li Amedê zarokek bi êrîşa zayendî ya kesê dayika wê pê re dima hat. Kesê êrîşkar piştî serlêdana sûc ku hat kirin hat girtin. 

Li Amedê zarokek bi êrîşa zayendî ya mêrê bi nava Ş.A. ku dayika wê pê re dima  hat. Êrîş piştî ku zarokê ji dayika xwe re vegot derket holê.  Dayika zarokê bûyer ji hevjîna jina ku bi bahra fermî bi Ş.A. re hat zewicandin S.A. re got. Piştî ku jinan bi  Ş.A. re niqaş kir û gotin em ê li te gilî bikin, Ş.A. herdu jin û zarok bi tundiyê re rûbirû hiştin. Jinên ku Ş.A. li wan da ji Amedê reviyan û çûn cem xizmên xwe yên li Mêrdînê. 
 
Jinên ku reviyan piştre bi alîkariya xizmên xwe li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê serlêdana sûc kirin.  Zaroka ku li gel pedagok îfadeya wê hat girtin tişta hat serê wê vegot. 
 
Li ser vê Ş.A. bi biryara serdozgeriya li Amedê hat binçavkirin. Ş.A. piştî ku li Emniyeta Amedê îfadeya wî hat girtin sewkî edliyê hat kirin û hat girtin.