Zaroka di bin çavdêriya dewletê de ye nayê zanîn li ku ye!

  • 09:09 26 Kanûn 2019
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
ÊLIH - 9’emîn rûniştina G.U ya ku xistibûn tora fihuşê, di rojên borî de li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê hat dîtin. Hat hînbûn ku G.U li yurda ku diman nîne û nayê zanîn li ku ye.
 
Gazete Şujîn ya bi KHK’ê hatibû girtin, li Êlihê derxistibû holê ku zaroka 14 salî G.U rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hatiye. Ji doza ku hat vekirin gumanbar hatin tahliyekirin û şerta kontrola edlî ya hatibû dayîn jî hat rakirin. Di rojên borî de 9’emîn rûniştina dozê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê hat dîtin. Gumanbar Yildiz Ç., Eflatun E, Heves T, Mehmet Şakîr A., Kadrî T û parêzerên wan, bavê G. û parêzera G. Osman Sonmez tevlî rûniştinê bûn.
 
Hat hînbûn ku G. li yurda ku dima, nîne û nayê zanîn ku li ku ye. Malbatê diyar kir ku ew ji vê rewşê bi fikarin. Her wiha hat destnîşan kirin ku malbatê der barê yurda ku G. lê dima, de serlêdana sûc kiriye.
 
Malbat nizane keça wan li ku ye
 
Bavê G., M. U bi lêv kir ku piştî bûyerê psîkolojiya zaroka wî gelek xerab bûye û zaroka wî ji yurdê reviyaye û niha nizanin li ku ye. Her wiha daxwaz kir ku kesên zirar dane zaroka wî bila bên cezakirin.
 
Gumanbaran îfadeyên berê dabûn dubare kirin. Gumanbar Yildiz Ç. jî îdia kir ku zarokê ji taxê nas dike û dê û bavê wê sûcdar kir, hewl da xwe xilas bike. Rûniştina dozê ya din jî taloqî meha sibatê hat kirin.