Tevî şahidên ku gotin ‘min bi zora polîs îfade da’: 12 sal ceza

  • 09:09 25 Kanûn 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Jina bi navê Ronahî Sirdaş 2 sal berê hat binçavkirin û di encama îfadeya 4 kesan de bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ îdianame hat amadekirin û tevî ku 4 şahidan gotin ‘me bi zora polîs îfade da û nas nakim’ jî dadgehê 12 sal ceza li Ronahî birî.
 
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di 2017’an de Ronahî Sirdaş hat binçavikrin û di çarçoveya lêpirsînê de di encama îfadeya 4 şahidan de hat girtin. Tevî ku şahidan îfadeyên xwe şûnde kişandin jî li Ronahî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 12 sal ceza hat birîn.
 
Îfadeya şahid S.T ya weke ‘min bi zora polîs îfade da, ez şexs nas nakim’ di îdianemeyê de girt. Ronahî li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiye û di hefteyên borî de rûniştina wê li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin û ji bo wê 12 sal ceza hat birîn.
 
Îdianameya ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin şûnde, 7 rûniştin pêk hatin û şahidên ku îfadeyên wan hatibûn girtin, yek jî dernexistin dadgehê û îfadeyên wan negirtin. Di vê pêvajoyê de tevî ku hat xwestin îfadeyên wan ji nû ve bên girtin jî, şahid S.T di vê astê de got ‘Min bi zora polîs îfade da. Ez vê şexsê nas nakim.’
 
Parêzeran da zanîn ku îfadeya hatiye dayîn nexistine dozê. Parêzer der barê Ronahî de daxwaza beratê kir. Merciya dadgehê der barê Ronahî de 12 sal ceza birî. Piştî biryara hat dayîn şûnde, parêzer wê biryarê bibin dadgeha îstînafê.