Runiştina Ozkan Gungor ê Fîdan qetil kir di 24’ê Kanûnê de ye

  • 09:22 22 Kanûn 2019
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Li Amedê jina bi navê Fîdan Gungor ji aliyê mêrê bi navê Ozkan Gungor ve hat qetilkirin. Navenda Pêkanîn û Şêwirmendiya Mafên Jinan a Baroya Amedê xwest tevlî dozê bibe lê parêzerê gumanbar ev qebûl nekir û heyeta dadgehê jî ev daxwaz red kir.
 
Di sala 2019’an de heta meha Kanûnê 440 jin hatin qetilkirin. Di meha Sibatê de li navenda Amedê jina bi navê Fîdan Gungor di 22’ê Sibatê de ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî bû Ozkan Gungor ve hat qetilkirin. Ozkan Gungor di 23’ê Sibatê de ji aliyê 4’emîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Amedê ve hat girtin û Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî bi îdiaya ‘ji qestî hevjîna xwe kuştin’ îdianame amade kir.
 
Mifte da cîranan û xwest gazî ambulansê bikin
 
Di îdinameyê de hat diyarkirin ku Ozkan Gongur bi Fîdanê re nîqaş kiriye û li ser vê ew qetil kiriye. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku bi Fîdanê re nîqaş kiriye û Fîdanê heqeret lê kiriye, di vê navberê de alozî hatiye jiyîn û Fîdan bi ser kêrê de ketiye û hewl da sûc ji ser xwe bavêje. Her wiha di îdianemeyê de hat diyarkirin ku gumanbar cilên zarokê xwê lê kiriye û mifte daye cîrana xwe û gotiye gazî ambulansê bike. Bavê Fîdanê di îfadeya xwe de diyar kir ku Ozkan ji qestî keça wî qetil kiriye û ji ber vê gilî kir.
 
Fîdan: Ozkan li min xist ez dimrim
 
Cîranek Fîdanê agahî da û diyar kir ku Fîdanê gotiye ‘Ozkan li min xist ez dimrim’. Cîrana din jî got bi dengên ji derve hatiye şiyar bûye û Ozkan digot ‘min lê xist min lê xist’ ji derenceyan direviya.
 
Gumanbar: Biçe mal wê bibe nexweşxaneyê
 
Zarokê fîdanê jî wiha got: “Roja bûyerê bavê min bi nûmareyek cuda li min geriya. Got ‘min dayika te kêr kir biçe bibe nexweşxanê, min mifte daye cîranan’. Ez çûm malê kes tunebû, li apê xwe geriyam. Bavê min ji apê min pere xwest û got ji kesî re tiştekî nebêje.”
 
Birayê gumanbar Ş.O. jî got roja bûyerê li deriyê birayê xwe xistiye û birayê wî wiha gotiye: Min kêr lêda. Bila zarok li vir bin. Ez diçim.” Her wiha got pere daye birayê xwe.
 
Dozgeriyê di îdianemeyê de da zanîn ku îfadeya gumanbar a wekê Fîdan bi ser kêrê de ketiye, rastiyê nîşan nade û xwest ji ‘qestî hevjîna xwe kuştin’ bê cezakirin. 
 
Îdianame ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.
 
Di runiştina duyem de merciyê mutalaya xwe da. Di mutalayê de hat diyar kirin ku gumanbar maktul Fîdan Gongur ji qestî kuştiye û divê ji sûcê ‘qestî hevjîna xwe kuştin’ bê cezakirin.
 
Parêzera Fîdanê, Zeynep Işik, got der barê dosyayê de şahidên nehatine gûhdarkirin hene û ji bo mutalayê dem xwest.
 
‘Em şerm dikin’
 
Li ser navê Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Sila Talay wiha got: “Em ji ber li vir in şerm dikin. cînayetên li hember jinan zêde bûne. Di 19 mehan de 652 jin hatine kuştin. Em jin ji ber vê şerm dikin. Lê divê ev bi me sînor nemîne. Divê em hemû sazî ji vê şerm bikin. Bavê maktulê serî li me da. Em daxwaz dikin ku gumanbar bi awayekî herî giran bê cezakirin. Li Tirkiyeyê tu jin naxwazin bên kuştin. Daxwaza me ya em tevlî dozê bibin heye.”
 
Heyeta dadgehê daxwaza tevlîbûna navenda mafê jina red kir û biryar da ku parêzer Zeynep Işik û Nadîde Kurul wek wekîlên tevlî dibin bên qebûlkirin.
 
Heyeta dadgehê biryara berdewamkirina rewşa girtina gumanbar da û runiştina din taloqî 24’ê Kanûnê kir.