Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê zarokek rastî îstîsmara zayendî hat

  • 09:06 16 Kanûn 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di 2017’an de derket holê ku 7 zarokên girtî zarokekî din ewil derb kirine û piştre jî îstîsmara zayendî li hember pêk anîne.
 
Hat hînbûn ku li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di 2017’an de 7 zarokên girtî, zarokekî din ewil derb kirine û piştre jî îstîsmara zayendî li hember pêk anîne. Di doza cemawerî ya hat vekirin de di çarçoveya lêpirsînê de Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê îdianame amade kir.
 
Du sal şûnde îdiname hat amadekirin
 
Bûyer di 2017’an de hat jiyîn û piştî ku zarokê mexdûr bûyer ji rêveberiya girtîgehê re vegot şûnde doza cemawerî hat vekirin û piştî îfadeyên hatin girtin jî îdianame di mehên borî de hat amadekirin. Îdianame ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin di îdianameyê de îfadeyên 7 zarokên sûc kirine, zarokên din yên li koxuşê û zarokê rastî îstîsmara zayendî hatiye, cih girt. Zarokên gumanbar sûcên xwe qebûl nekirin û zarokên din yên koguşê îstîsmar piştrast kirin.
 
Rûniştina din di 13’ê sibatê de ye
 
Bi sifata Dadgeha Cezaya Giran a Zarokan, darizandin li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê pêk hatin û heta niha du rûniştin pêk hatin. Piştî îstîsmarê zarok her yek şandin girtîgehên din û îfadeyên zarokan li dadgehê bi SEGBÎS’ê hat girtin. Rûniştina din ya dozê di 13’ê Sibata 2020’an de wê bê dîtin.