Jiyan Ozkaplan: Li Tirkiyeyê herî zêde mafê penaberan tê binpêkirin

  • 09:02 15 Kanûn 2019
  • Hiqûq
WAN - Ji ber polîtîkayên heyî li Tirkiyeyê hejmara penaberan her ku diçe zêde dibe. Li gel zêdebûna hejmara penaberan binpêkirina mafên wan jî di rojevê de ye. Têkîldarî maf û binpêkirina mafên penaberan de ji Baroya Wanê Endama Komîsyona Mafê Penaberan Parêzer Jiyan Ozkaplan axivî. 
 
Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir 3 milyon û 622 hezar û 284 welatiyên Sûriyeyê yên qeydkirî li Tirkiyeyê dijîn. Li gorî  daneyên pisporan tevî Sûriyeyên li dijî qeydan nêzî 5 milyon Sûriyeyî li Tirkiyeyê dijîn hene. Hejmara penaberan her roj zêde dibe û li gel zêdebûna vê hejmarê binpêkirina mafên penaberan jî her ku diçe zêde dibe. Der barê binpêkirina mafên penaberan de ji Baroya Wanê Endama   Komîsyona Mafê Penaberan Parêzer Jiyan Ozkaplan nirxandin kir. Jiyanê diyar kir ku li Tirkiyeyê herî zêde mafê penaberan tê binpêkirin û got penaberên ku ji bo parastinê tên Tirkiyeyê ji aliyê navendên şandinê ve  statuya wan nayê aşkerekirin û bê lêkolîn wan dişînin welatên wan. 
 
‘Ji bo parastina  mafên penaberan hewcedarî bi tedbîrê heye’
 
Jiyanê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku her kolanên Wanê bi penaberan tije bûye û got ku ji bo parastina penaberan divê tedbîr bên girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe;” Em dikarin bibêjîn herî zêde penaber li Wanê hene. Em wekî komîsyon pir zêde dibin şahidên binpêkirina mafan. Li Wanê ji bo penaberan tenê 2 sazî hene. Ev navend jixwe bi penaberan tije bûne.  Ji aliyê navendên penaberan ve bi tu awayî xebatek nayê kirin. Hîn jî der barê van penaberan de lêkolînek nehatî kirin wan dişînin welatên wan. Ev jî helwestek û xebateke şaş e. Ji ber ku divê di destpêkê de ev penaberen bên aşkerekirin, peymanên navneteweyî hene. Ev peymanên navneteweyî tên binpêkirin. Jixwe li her kolan, tax û otogarên Wanê bi penaberan tije bûne. Niha em wekî komîsyon nikarin van yek bi yek aşkere bikin. Ji bo ku em bikaribin hewce ye ku tedbîr bên girtin û polîtîkayên ku penaberan diparêzin bikevin meritiyê. Di nav penaberan de bi taybetî jin û zarok herî zêde ji vê pêvajoyê bandor dibin. Êdî demsala zivistanê hat û pir sar e. Ev mirovan ji derve dimînin. Ji bo van divê qadên parastinê û qadên jiyanî bên vekirin.”
 
‘Tu cudahiya navendên şandinên penaberan ji girtîgehan tune ye’
 
Jiyanê anî ziman ku tu ferq û cudahiya navendên şandinên penaberan û girtîgehan nîne û aşkere kir  ku di navendên şandinên penaberan de her odeyekê de 20 penaber dimînin û wiha pê de çû;” Herî zêde penaberên ji  Efganîstan, Suriye û Îranê  li Wanê hene. Wekî ku hûn  jî dizanin di demên borî de zarokek penaber hate îstîsmarkirin. Ji bo ku em tevlî dosyayê bibin me daxwazname şand. Sedemê vê bûyerê jî polîtîkayên şaş in. Em wekî komîsyon şopdarên bûyerê ne. Bi raya parêzeran re em daxwaz û binpêkirina mafên penaberan dibihîzîn û li gorî wê xebatên xwe didin meşandin. Di serdema berê de di navenda şandina penaberan de jin bi tacîzê rû bi rû diman. Bi rastî ji  tu cudahiya van navendan û girtîgehan tune ye. Penaber bi nêzîkatiya li dijî mirovahiyê re rû bi rû ne. Di van navendan de, di odeyekê de 20 mirov dimînin. Di her odeyekê de mirov dikare mişkan bibîne. Ev rewş tendûristiya mirovan ji xirab dike. Ev mirovan di bin  şert û mercên herî giran de dijin” 
 
‘Ji bo agahdarkirina jinan û parezeran em ê semîneran li dar bixin’
 
Jiyanê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew wekî komîsyonê dê lez bidin xebatên xwe  û binpêkirina mafên penaberan tespît bikin û wiha dawî da axaftina xwe;" Em wekî komîsyona parastina mafê  penaberan çiqas ji destê me were em ê hewil bidin û li ku derê binpêkirina mafê penaberan hebe, em ê li wir bin. Em ê binpêkirina herî biçûk tespît bikin û ji bo parastina mafê penaberan em ê bixebitin. Di demeke nêz de li sînora Îran û Elbakê 25 penaber ji sarmayê cemidîn û jiyana xwe ji dest dan. Em ê şopdarên vê dosyayê ne jî. Der barê vê bûyerê de jî xebatên me hene. Ji bo agahdarkirina parêzeran û jinan em ê semîneran li dar bixin. Em wekî komîsyon xebatên xwe didomînin."