‘Divê 19 gumanbarên fîrarî ji sûcê mirovahiyê bên darizandin’

  • 09:23 13 Kanûn 2019
  • Hiqûq
Dîlan Babat
 
ENEQERE - Parêzer Mehtap Sakîncî diyar kir ku di darizandina gumanbarên fîrarî ya komujiya Gara Enqereyê de pêşketin heye lê divê 19 gumanbar di çarçoveya sûcên mirovahî de bên darizandin û got: “4’emîn Dadgeha Cezaya Giran xwe ji vê da alî. Dosya di pêvajoya îstînafê de ye. Piştî dadgehê bi komî avêt Dadgeha Îstînafê şûnde, ev nayê wateya ku ev gumanbar ji vî sûcî nayên darizandin.”
 
Di dosyaya 19 gumanbarê fîrarî yên Komkujiya Enqereyê ya 10’ê cotmehê de, Erman Ekîcî ji rêveberiya DAIŞ’ê 18 sal ceza girt û ji sûcê li dijî mirovahiyê jî li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê derket pêşberî dadger. Dadgehê rûniştina din taloqî 13’ê Sibata 2020’an kir.
Ji parêzerên dozê, Mehtap Sakîncî, der barê pêşketina dosyayê de nirxandin kir.
 
‘Divê 19 gumanbarên fîrarî bên darizandin’
 
Mehtabê, daxuyakirin ku cara yekemîn darizandina gumanbarên fîrarî pêş ketiye û got di sûcê li dijî mirovahiyê de yekem gumanbarê hatiye darizandin Erman Ekîci ye û got di esasê de darizandina wî bandorek kiriye û got bi dehan carî gotine ku ev kes yek ji mîlîtanên rêxistinê ye. Mehtabê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê ne tenê Erman Ekîcî divê 19 gumanbarên din jî li dadgehê ji sûcê li dijî mirovahiyê bên darizandin.”
 
Mehtabê destnîşan kir ku 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran nexwestiye vê nîqaş bike û wiha pê de çû: “Ji ber dosya di pêvajoya îstînafê de ye, li gorî me divê di pêvajoya îstînafê de nîqaşa ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ di pêvajoya îstînafê de bê nîqaşkirin. Piştî dadgehê bi komî avêt Dadgeha Îstînafê şûnde, ev nayê wateya ku ev gumanbar ji vî sûcî nayên darizandin. Di vî alî de em xwedî hêviyeke cidî ne.”
 
‘Yên rê li ber komkujiyê vekirin wê derkevin holê’
 
Mehtabê daxuyakirin ku di rûniştina borî de daxwazên xwe anîne cih û got di rûniştina din de wê şahid bên guhdarkirin û divê hevjînên DAIŞ’iyan yên ku ji komkujiyê berpirs in jî bên guhdarkirin. Mehtabê anî ziman ku yên di peywira xwe neanîne cih û her wiha yên ku rê li ber komkujiyê vekirine wê derkevin holê.
 
Mehtabê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di rûniştina 5’ê Hezîranê ya li Amedê de parêzerên gumanbarê DAIŞ’ê heqeret li malbatan kir. Ev nasnameyeke ku ne li gorî ehlaqê pîşeyî bû. Me wê demê serî li baroya ku girêdayê wê bû kir. Em vê profîlê baş dizanin. DAIŞ ji bo endamên xwe yên ku nirxê didê, parêzerekî dişîne jê re û bi xelat dike. Lê êdî pirsên der barê darizandina gumanbarên fîrarî de çareser dibin. Heyeta dadgehê neçar e êdî çend gavan pêş de biçe.”