Dema Daneşîna hevşaredarên Rêya Armûşê yên girtî diyar bû.

  • 14:00 10 Kanûn 2019
  • Hiqûq
WAN - Hevşaredarên Rêya Armuşê Azîm Yacan û Şehzade Kurt ku li şûna wan qeyûm ta tayînkirin û ji peywirê hatin girtin wê di 10 Sibatê de derxin pêşberî dadger.
 
Di 31'ê Adarê de hevşaredarên navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Azîm Yacan û Şehzade Kurt yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  bi dengên zêde hatin hilbijartin. Şaredarên ku hatin hilbijartin di demeke kurt de gelek projeyên xwe kirin meriyetê û pêk anîn. 
 
Hevşaredarên ku di demeke kurt de gelek projeyên xwe kirin xizmeta gel di 8'ê Mijdaarê de bi îdaya "propagandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" bi ser mala hevşaredaran de hat girtin û hatin binçavkirin. Hevşaredarên ku dem di bin çavan de bûn li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin piştî dema binçavkirinê ya 3 rojan hatin girtin û şandin girtîgehê. Hevşaredarên ku di serî de şandin Girtîgeha Tîpa T ya Wnaê  di hefteyên borî de sirgûnî Girtîgeha Tîpa H û ya Tîpa E yên Erziromê kirin. 
 
Hevşar  Şehzade Kurt û Azîm Yacan piştî hatin girtin derbarê wan de îdaname hat amdekriin û hat aşkerakirin ku wê wan di 10'ê sibata 2020'an de derxînin dadgehê.