Doza Gulser Yildirim hat taloqkirin

  • 13:39 10 Kanûn 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Daneşîna doza ku parlamentera HDP'ê ya berê Gulser Yildirim û siyasetmedar jê tên darizandin taloqî 18'ê Sibata 2020'an hat kirin. 
 
Daneşîna 21'emîn a doza parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê û siyasetmedar Davut Bozan, Mesut Amak, Ayşe Bozan, Ercan Guneş, Genco Akman û Abdulkadîr Aktaş ku ji heman dosyayê tên darizandin hat dîtin. Daneşîna doza ku di çarçoveya "Dosyaya KCK'ê" de hat vekirin li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Gulser Yildirim ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bû.
 
Doz piştî tesbîtkirina nasnameyan hat destpêkirin, Gulser diyar kir ku di dosyayê de tiştekî biparêze tune ye û anî ziman ku wê parastina xwe piştre bike. Parêzer jî diyar kir ku wê parastinê piştre bike.
 
Piştî parastinên din ên kurt ku hatin kirin, heyeta dadgehê diyar kir ku di daneşîna bê de divê gulser ji bo tevlibûna dozê ya bi SEGBÎS'ê bê amadekirin û daneşîn taloqî 18'ê Sibata 2020'an kir.