Gumanbarê îstîsmarê bi gotinên desthilatdariyê xwe parast: Neqêriya!

  • 09:06 9 Kanûn 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Li Mêrdînê mêrê bi navê N.T zarokek îstîsmar kiribû. Piştî ku malbatê gilî kir, îdianame hat amadekirin û ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin. Gumanbar N.T jî parastineke ku hişê mirovan disekine kir û got ‘Wê jî deng nekir’.
 
Li Tirkiyeyê di meha mijdarê de 38 jin hatin qetilkirin. 20 jin jî rastî hewldana qetilkirinê hatin. 13 zarok bi îstîsmar û şîdetê re rûbirû hatin. 3 zarok jî di vê mehê de hatin qetilkirin.
 
Li Mêrdînê bi navê N.T (18) di 2016’an de li hember xwişka xwe îstîsmara zayendî pêk anîn. Di 2016’an de dema bûyer pêk hatibû gumanbar 15 salî û xwişka wê jî 8 salî bû. Bûyer li navenda Mêrdînê hatibû jiyîn û sala borî doza cemawerî hatibû vekirin. Bûyerê întîkalê darazê kir û îdianameya hat amadekirin jî ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin.
 
Îstîsmara zayendî ya sîstematîk
 
Der barê mêrê ku seranserê sala 2016’an sûc bi awayekî sîstematîk berdewam kir de, ji sûcê ‘îstîsmara zayendî û kes ji azadiya wê bêpar hiştin’ îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de hat diyar kirin ku mêrê bi navê N.T zor û zext li zarokê kiriye, dema ku kes ji malbatê ne li malê bûye, sûcê xwe dubare kiriye. Di çarçoveya lêpirsîna der barê gumanbar de hat vekirin de, ligel psîkolog îfadeya zarokê hat girtin û zarokê diyar kir ku ji ber tirsyaye ji kesî re tiştek negotiye û bi N.T re li heman malê jiyaye.
 
Bi gotinên desthilatdariyê xwe parast!
 
N.T di îfadeyên ku da de sûcê xwe îtîraf kir û bi gotineke ku hişê mirovan disekinîne parastina xwe kir. N.T bi gotina rêveberên AKP’ê ya wekê ‘biqîrin’ xwe parastin û got: “Dema ev bûyer dihatin jiyîn wê jî deng nedikir û nediqêriya.”
 
Yekemîn rûniştina îdianameya der barê gumanbarê ku serbest tê darizandin, hat amadekirin wê di 28’ê çileyê 2020’an de li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê bê dîtin.