Dadgehê pêşeroja gumanbarê îstîsmarê li ber çavan girt: Ceza daxist

  • 09:17 6 Kanûn 2019
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Der barê mêrê bi navê Tarik E de ku li hember du zarokên xwe îstîsmara zayendî pêk anîbû, li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê doz hatibû vekirin û heyeta dadgehê di dozê de pêşeroja gumanbar fikirî û di cezayan de çû daxistinê, bi giştî 48 sal 5 meh û 7 roj ceza lê birî.
 
Di navbera 2014-2016’an de derket holê ku mêrê bi navê Tarik E. li hember du zarokên xwe îstîsmara zayendî pêk aniye. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Tarik E. de ji sûcê ‘îstîsmarkirina zarok’, ‘teşebusa îstîsmarkirina zayendî ya zarok’ îdianame amade kir. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku di îfadeyên her du zarokan de hatiye dîtin ku bavê zarokan ew îstîsmar kirine û ev di rapora bijîşk de jî cih digire. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku gumanbar Tarik E. sûcdarî qebûl nekiriye û dayika zarokan jî Tarik E. gîlî kiriye.Di îdianameyê de hat xwestin ku gumanbar Tarik E bê cezakirin û ji ber îstîsmarê ji hukmên TCK-58 pêk bên.
 
Li aliyê din jî Yekemîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Amedê jî di 23’ê Nîsana 2016’an de biryar da ku Tarik E bê girtin. Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê amade kiribû ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.
 
Di rûniştina sêyemîn de biryar hat dayîn
 
Tarik E. bi segbîsê tevlî rûniştina sêyemîn bû û parêzerên wî Muzeyyen Oruç û Songul Aztuzcu, parêzerê zarokan Mehmet Fatîh Seyîtogullari û ji Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî parêzerTurhan Bagriyanik û wekîlê baroya Amedê Umît Asye Demîr tevlî rûniştinê bûn.
 
Hat tespîtkirin ku tenduristiya rih a zarokan xera bûye 
 
Merciya îdiayê di mutalaya xwe de da zanîn ku Tarik E. li hember du zarokan îstîsmara zayendî pêk aniye û diyar kir ku di rapora 21’ê Hezîrana 2018’an a Beşa Zanista Nexweşî û Tenduristiya Rih a Zarokan a Fakulteya Tipa Zanîngeha Çukurovayê de hatiye tespîtkirin ku ji ber îstîsmara zayendî tenduristiya rih a zarokan xera bûye.
 
Parêzerên zarokan tevlî mutalayê bûn û diyar kirin ku bila gumanbar bê cezakirin û girtina wî berdewam bike.
 
Dadgehê pêşeroja gumanbar da ber çavan
 
Heyeta dadgehê ji bo zarokekê 32 sal û 12 meh ceza birî lê got ceza ji 30 salî zêdetir nabe û bandora vê ya li ser pêşeroja gumanbar li ber çavan dît û ceza daxist 25 salan.
 
Ji bo zaroka duyemîn jî 27 sal û 13 meh û 15 roj ceza hat birîn. Bandora vê ya li ser gumanbar li ber çavan hat dîtin û ceza daxistin 23 sl û 5 meh û 7 rojan. Ji bo her du zarokan bi giştî 48 sal û 5 meh û 7 roj ceza hat birîn.