Medya û Siraç ku ji doza Nisêbînê dihatin darizandin dosyayên wan hatin girtin

  • 16:28 5 Kanûn 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Dosyaya Medya Çinar û Siraç Yuksek ên ku ji Doza Nisêbînê dihatin darizandin, ji ber ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan hatin girtin.
 
Danişînên Doza Nisêbînê ya di 26'ê Gulana 2016'an de 17 jê zarok 70 kesên piştî qedexeya derketina kolanan a navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatin binçavkirin û girtin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê yek bi yek tên dîtin. Di darizandina îro de, daneşîna 3 girtiyan hebû. 
 
Dest pê kê danişîna girtiyê nexweş Ramazan Eroglû yê li Girtîgeha Tîpa T a Beiîkduzu ya Trabazonê dimîne hat dîtin. Parêzerên Ramazan di danişînê de amede bûn û Ramazan jî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. 
 
Cezayê muebata giran hat birîn
 
Parêzerê Ramazan di danişînê de parastina ewil kir û wiha got: “Li gorî Madeya 32’emîn a TCK’ê ehliyeta cezaî tune ye. Ev lêpirsîn seqete. Îfadeyên li ser muwekîlê min hatine dayîn bi îşkenceyê hatine dayîn. Îro mafê darizandina adîlane tê binpêkirin. Delîl û şahidên rast tuneye. Derberê muwekîlê min de 14 kesan îfade dane. Van kesan di saetên şevê de bê parêzer, li şaxa TEM’ê bi teşhîskirina wêneyan îfade li ser muwekîlê min dane. Rûyê kesên di van wêneyan de xemrîne û kincên wan çiriyane. Ji xwe şahidan jî gotin wan dibin îşkecê de îfade dane. Em dixwazin ev baş bên nirxandin û wisan biryar bê dayîn.” 
 
Şandeya dadgehê piştî navberek kurt biyara xwe ya darbarê Ramazan de aşkere kir. Dadgehê bi îdîaya “Xirabkirina yekitî û hevgirtina welat” û “Bi zanebûn kuştinê” du caran cezayê muebeta giran û bi îdîaya “Zirar dayîna malê çemawerî” jî, 3 sal cezayê girtîgehê li Ramazan Eeroglu birî. 
 
Daneşîn hatin taloqkirin 
 
Dûre danişîna Nûrûllah Akyuz ê li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Xerpetê tê girtin hat dîtin. Nurulah û parêzerên wî di danişînê de amede bûn. Nurulah, diyar kir ku li girtîgeha lê dimîne, rayedarên girtîgehê dest danîne ser parastina wî ya bi destê xwe nivîsandî û ji ber vê parastinê nake. Şandeya dadgehê li ser vê yekê danişîn taloqî 24’ê Çileya 2020’an kir. 
 
Piştre danişîna Rojhat Aydin hat dîtin. Rojhilat ê li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê girtiye, di danişînê de amede bû. Parêzerên Rojhat beşdarî danişînê nebûn. Rojhat diyar kir ku ew ê ji ber vê yekê parastin neke. Şandeya Dadgehê, li ser vê yekê danişîn taloqî 20’ê Sibata 2020’an kir. 
 
Dosyaya Medya û Siraç girtin
 
Dosyaya Medya Çinar û Siraç Yuksek ên ku ji Doza Nisêbînê dihatin darizandin, ji ber ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan hatin girtin.