Doza Şule Çet: Çagatay Aksu û Berk Akand bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin

  • 14:04 4 Kanûn 2019
  • Hiqûq
ENQERE - Di doza biryarê ya kuştina Şule Çet de heyeta dadgehê, ji bo gûmanbar Çagatay Aksu cezayê muebetê û 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da, ji bo gûmanbar Berk Akand jî 18 sal û 9 meh cezayê girtîgehê da. Jinên ku doz şopandin bi dirûşmên "Bijî piştevaniya jinê" ji salona dadgehê veqetiyan. 
 
Daneşîna biryarê ya doza derbarê kuştina Şule Çet a xwendekara Zanîngeha Gaziye ku di 29'ê Gulana 2018'an de piştî bi êrîşa zayendî re rûbirû ma û ji qatê 20'emîn ê plazayê hat avêtin ku jiyana xwe ji dest da li 31'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Di daneşîna hat dîtin de malbata Şûle Çet, parêzerên wê, bavê Ceren Damar, malbata gûmanbar Çagatay Aksu û Berk Akand ku ji dozê girtî dihatin darizandin amade bûn. Gelek rêxistinên jinan jî doza şopandin.    
 
Dozgerê ku di daneşîna berê de mutala xwendibû ji bo Çagatay Aksu bi îdaya "bi qestî mirov kuştinê", "kes ji azadiya wan bêparhiştine", "êrîşa zayendî kiriye" û "alîkarî kiriye" xwest bi 21 sal cezayê girtîgehê bê darizandin.
 
Xizmên bersûc, bertek nîşanî parêzerên malbata Şûle çet ku ji bo piştevaniyê doz li ser piyan şopandindin dan, malbatê jî got ku ew ê dozê li ser piyan bişopînin.
 
Gumanbar berat xwest
 
Di serî de gumanbar Çagatay Aksu mafê axaftinê girt, got di medyayê de derbarê Şule de raporên sexte hatine serwîskirin, anî ziman ku gel hatiye sorkirin û beraeta xwe xwest.  
 
Dozgeriyê mutala careke din aşkera kir û got: "Berk Akand û Çagatay Aksu bila rewşa wan a girtî berdewam bike û ji bo bidawîkirina dozê jî biryar a dadgehê ye."
 
Parêzerên gumanbaran jinên ku edalet xwestin hedef girtin
 
Parêzerê gumanbar Berk Akand Paşa Buyukkayar diyar kir ku Berk Akand bê sûc e û xwest ku bê beraetkirin. Parêzerê gumanbar Îskender Balkiş jî di parastina ku kir de jinên ku ji bo Şule Çet edalet xwestin hedef girt û ev tişt got:"Ev zarok divê radestî neçîrvanên pîrevokan ên 20-25 salî neyên kirin û wê rastî derkeve holê. Ji ber wê ez tahliyeya muwekîlê xwe dixwazim."
 
Piştre dîsa Çagatay Aksu mafê axaftinê girt û li ber dadgehê geriya ku guhdarî li malbata Şul Çet  û parêzerên wan neke. 
 
'Ji dadgehê ji bo bersûcan ceza'
 
Piştî parastinan heyeta dadgehê biyara xwe aşkera kir û ji bo gûmanbar Çagatay Aksu ji sûcê "êrîşê", "çalakî veşartin", "ba qestî kuştinê" û "êrîşa zayendî" 10 sla û 6 meh bi sûcdariya "bi darê zoarê girtinê" jî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê xwest. Heyetê ji bo gumanbar Berk Akant jî ji sûcê "bi qetstî kuştinê û alîkarîdayîna sucdar"  "2 sal û 6 meh, ji bo "alîkarîdayîna êrîşa zayendî" jî 5 sal û ji bo " kes ji azadiya wan bêpar hiştinê alîkarî kiriye" jî 1 sal û 3 meh cezayê hepsê da. 
 
 'Bijî piştevaniya jinan'
 
Piştî ku biryar hat aşkerakirin rêxistinên jinan bi dirûşmên "Bijî piştevaniya jinan" ji salona dadgehê veqetiyan.