Ji dadgehê ji bo mêrê şîdet pêk anî biryarek mînak

  • 09:13 4 Kanûn 2019
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzer Oyku Çakman, diyar kir ku muvekîleke wê ji aliyê mêrê ku bi mehra olî pê re zewicandibû ve rastî şîdetê hatibû û dadgehê der barê vê de biryarek mînak girtiye. Oykuyê wiha got: “Bi dehan carî me der barê ku biryara parastinê hatiye binpêkirin de biryar derxist. Lê pêvajo çiqas zehmet be jî, dadgehê ji bo gumanbar biryara kelepçeya elektronîk girt.”
 
Endama Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Amedê û Navenda Piştevaniya Mafê Jinan, Parêzer Oyku Çakmak, da zanîn ku der barê biryara kelepçeya elektronîk de biryareke mînak hatiye girtin. Oykuyê daxuyakirin ku ji ber ewlehiyê, nasname û bajarê muvekîla xwe nabêjin û pêvajoya vê biryarê ji ajansa me re vegot.
 
‘Dadgehê biryara kelepçeya elektronîk da’
 
Oykuyê destnîşan kir ku muvekîla wê neçar maye ku bi malbata xwe re Amedê terk bike û wiha got: “Tevî biryara parastinê bi israr hat şopandin û nerehet kirin. Me jî bi israr li ser biryara parastinê, mafê xwe yê hepsa tazyîkê bi kar anî û serî li dadgehê da. Bi dehan carî me der barê binpêkirina mafê parastinê de biryar derxistin. Di encamê de me ji bo gumanbar biryara pêkanîna kelepçeya elektronîk da. Di heman demê de me got hewcedariya muvekîla me bi parastinê heye û dadgehê jî ev jî qebûl kir.”
 
‘Ev biryar ji bo jinan û darazê girîng e’
 
Oykuyê bi lêv kir ku ev biryar ji bo jinan û di alî darazê de jî girîng e û got dadgeh di vê mijarê de însiyatîfek bi sînor bi kar tîne û wiha got: “Qanûna hejmar 6284 rayeyên cidî didin dadgeran. Armanca vê rayeyê ev e ku parastina jinê di asta herî jor de bê kirin. Lê mixabin em nikarin vê ji bo her dadgerî bêjin. Dadger rayeya xwe bi sînor bi kar tînin. Me serlêdan kir û biryara kelepçeya bi elektronîk da girtin.”
 
Oykuyê anî zamian ku bi qanûna dawî re pêkanîna kelepçeya elektronîk li 15 bajaran tê pêkanîn. Her wiha Oykuyê diyar kir ku divê Peymana Stenbolê neyê rakirin û her wiha dadger jî di perwerdehiyên cidî de derbas bibin.