Ji bo mêrê ku Rojbîn Baran qetil kir, cezayê muebetê

  • 09:13 3 Kanûn 2019
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Derbarê Şeyhmus Îlhan ku di 2017’an de li Amedê Rojbîn Baran qetil kiribû de, 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê cezayê muebeta giran hat birîn. Heyeta dadgehê daxistina takdîrê pêk anî û ceza guhert cezayê muebetê.
 
Li Yenîşehîr a Amedê di 24’ê Kanûna 2017’an de jina bi navê Rojbîn Baran ji aliyê Şeyhmus Îlhan ve hatibû qetilkirin. 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ji sûcên ‘ji qestî kes kuştin’, ‘hevjîna xwe ji qestî kuştin’ cezayê meubetê dabû. Heyeta dadgehê daxistina ‘tehrîka bê maf’ jî red kir.
 
Heyeta dadgehê biryara xwe ya der barê Şehymus Îlhan ve aşkera kir. Dadgehê diyar kir ku gumanbar ji destpêkê de hevjîna xwe Rojbîn Baran û zarokên xwe mexdur kiriye. Heyeta dadgehê biryar da ku gumanbar bi cezeyê muebeta giran bê cezakirin. Heyeta dadgehê bi daxistina takdîrê cezayê muebetê li gumanbar Şehmus Îlhan birî.
 
Çi bibû?
 
Li taxa Ferîtkoşk a Amedê di 24’ê Kanûna 2017’an de mêrê bi navê Şehmus îlhan hevjîna xwe Rojbîn Baran bi şev di xew de qetil kir. Piştî bûyerê nûçegîhanên me ji bo nûçeyê çûn taxê û Şeyhmus Îlhan li wir nûçegîhanên me tehdîd kir û li ber kamerayan qetilkirin vegotibû.