Miftiyê tecawizkar bi 26 sal cezayê girtîgehê hat cezakirin

  • 11:27 2 Kanûn 2019
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
 
AMED - Muftiyê berê yê Hezroyê Îsmaîl Kaya yê ku tecawizî jina li kursa Kuranê dixebitî kir, bi 26 sal, du meh û 15 roj cezayê girtîgehê hat cezakirin.
 
Di meha gulanê de hatibû diyarkirin ku li navçeya Hezro ya Amedê Miftî Îsmaîl Kaya tecawizî jina bi navê H.Y. a li kursa Kuranê dixebitî kiriye. Daneşîna biryarê ya doza Miftî Îsmaîl Kaya di 28'ê Mijdarê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.  Ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Amedê  derbarê gûmanbar  Îsmaîl Kaya de, ji ber "şantaj, "tehdît" , "bi rêya xapandinê kes ji azadiya wan bê par hiştine" û "tecawiz kiriye" doz hatibû vekirin. Di encama doza hat vekirin de heyeta dadgehê li miftiyê gûmanbar Îsmaîl Kaya 26 sal, du meh û 15 roj cezayê girtîgehê birî. Piştî cezayê hat birîn tecawizkar Îsmaîl Kaya hat girtin û şandin girtîgehê.
 
Bûyer piştî H.Y. gilî kir derket holê
 
H.Y. di serlêdana ku di 29'ê Gulanê de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê kiribû wiha gotibû: "Miftiyê Hezroyê Îsmaîl Kaya li gel ku zewicandîye diyar kir ku ew dixwaze bi min re bizewice, di hefteya yekem a Ramazanê de jî min bi Îsmaîl Kaya û birayê wî re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê gûmanbar Îsmaîl Kaya min bi zorê kir wesayitê û tecawizî min kir." Piştî H.Y. got ku bersûc ew tehdît kiriye û ji ber wê giîlî kiriye Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê gumanbar Îsmaîl Kaya de lêpirsîn da destpêkirin.  
 
H.Y. ji ber hat tehdîtkirin îfadeya xwe paşve kişand
 
Li ser vê bersûc Îsmaîl Kaya di 30'ê Gulanê de hat binçavkirin. Gûmanbara miftî Îsmaîl Kaya dûcdariyên derbar wî de hatin kiri nred kir.  H.Y., jî ji ber zextên lê hatin kirin di 31'ê Gulanê de çû Serdozgeriya Komarê û serlêdana xwe ya sûc ku kiribû paşve kişand. Piştî ku H.Y. serlêdana xwe paşve kişand gûman barê ku derxistin Dadgeha 4'emîn a Sûlh Cezayê di 31'ê Gulanê de bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Wezareta Karên Diyanetê de jî H.Y. û Îsmaîl Kaya ji karê xwe hatin îxrackirin. 
 
Doza Cemaweriyê hat vekirin
 
Herçend ku H.Y. îfadeya xwe paşve kişand jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê doza cemaweriyê vekir. Serdozgerê Komarê yê Amedê ku dosya negirt derbarê Miftiyê Hezroyê Îsmaîl Kaya de bi sûcdariya "Şantaj" "Kes bi rêya tehdîtê ji azadiya wan bêpar hiştiye" û "Tecawiz kiriye" îdaname amade kir.
 
Ji 3 sûcên cuda ceza hat xwestin
 
Heyeta dadgehê ku delîl nirxandin xwest gûmanbar ji sûcên "tehdît" "şantaj" û "bi rêya xapandinê kes ji azadiya wan bêpar hiştiye" bê cezakirin û pişît hat cezakriin ji hin mafan bê par bê hiştin. 
 
Îdaname ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û di 28'ê Mijdarê de daneşîna biryarê hat kirin. 
 
Heyeta dadgehê ku biryara xwe aşkera kir ji 3 sucdariyên cuda bi giştî 29 sal, du meh û 15 roj ceza li miftî Îsmaîl Kaya birî. Piştî cezayê hat birîn tecawizkar Îsmaîl Kaya hat girtin û şandin girtîgehê.