Doza gûmanbarê qetilkirina Ceren Damar hat taloqkirin

  • 15:32 29 Mijdar 2019
  • Hiqûq
ENQERE - Daneşîna  doza Gumanbarê qetilkirina Ceren Damar Şenal Hasan Îsmaîl Hîkmet  li 33'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Daneşîna ku tê de ji gûmanbar re cezayê muebetê tê xwestin hat taloqkirin. 
 
Daneşîna  doza Gumanbarê qetilkirina Ceren Damar Şenal Hasan Îsmaîl Hîkmet  li 33'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Piştî ku dozger mutalaya xwe xwend li şahidên bûyerê hat guhdarkirin.  
 
Piştî parastina parêzeran a dozê heyeta dadgehê biryara da ku rewşa girtî ya gûmanbar berdewam bike û daneşîn taloqî 24'ê Çileya 2020'î kir.