Dadgeh gûmanbarê êrîşa zayendî nagire û ji derve de dadrizîne

  • 09:14 29 Mijdar 2019
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Runiştina doza gûmanbarê êrîşa zayendî Hasan D ku zarokek bi êrîşa zayendî re rûbirû hişt, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê  hat dîtin û dadgehê jî tehdîdên gumanbar yên li hember zarokê û ferzkirina fuhuşê ya ji aliyê bavê wê ve ji nedîtîve hat û girtina gumanbar red kir.
 
Bêcezahiştina darazê cesaretê dide mêran û yek ji van mînakan jî di 2013’an de ve hatibû jiyîn. Zarok ji aliyê apê xwe Hasan D ve bi êrîşa zayendî  ya sîstematîk re rûbirû hatibû hiştin tevî vê gumanbar beyî girtî tê darizandin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Hasan D de ji sûcên ‘Êrîşa zayendî ya sîstematîk’, ‘zarok ji azadiya wê bêpar hiştin’ û ‘tehdîda sîstematîk’ îdianame amade kir.
 
Zarokê her tişt vevgot
 
Zarokê di îfadeya xwe ya ji aliyê navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) ku di 2015’an de hatiye girtin diyar kir ku di 14 saliya xwe de bi êrîşa zyendî ya Hasan D re rûbi rû maye û her wiha got ku Hasan D. ew tehdîd kiriye û gotiye ku ji kesî re bêjî ez ê te bikujim. Lê gumanbar jî wek her tim sûcê êrîşa zayendî  qebûl nekir.
 
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku di rapora Midûriyeta Şaxa Tipa Edlî ya Amedê ya 26’ê Gulana 2018’an û 2015-1684’an de êrîş hatiye piştrastkirin. Îdianameya hat amadekirin ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û duyemîn runiştin di 11’ê cotmehê de hat dîtin. Dayika zarokê S.D. ku wê jî gilî kiribû, tevlî dozê bû û bavê wê S.D, gumanbar Hasan D û parêzerê wan Vedat Yenturk û parêzera zarokê Vedat Barut û  ji wezareta polîtîkayên malbat û civakî Turhan Bagriyanik tevlî runiştinê bû. 
 
‘Min ji bavê xwe re got, ji min re got ‘em ê fuhuşê ferz bikin’
 
Hat diyar kirin ku zarokê dema tiştên jiyaye vegotiye gelek xerab bûye û li ser vê dadgehê navber daye. Piştre zarokê diyar kir ku ji aliyê Hasan D ve bi êrîşa zayendî re rûbirû hatiye û gotiye ku ji kesî re nebêje û tehdîda mirinê lê kiriye. Zarokê di berdewamiyê de wiha got: “Min ji bavê xwe re got. Bavê min got ‘ji kesî re nebêje, em ê te bi zor bibin cihê ku fuhuş lê tê kirin’.Li ser vê min dengê xwe nekir û ez neçûm malê. Piştî dayika min zarok anî dinê ez hatim malê, dîsa rastî îstîsmarê hatim. Bi vî awayî îstîsmar berdewam kir.”
 
‘Psîkolojiya min xera bû, nexweşiya epîlepsî derket holê’
 
Zarokê di îfadeyê de got piştî bûyerê çûye bajarekî din, piştre vegeryaye û malbata wê bi çekan ketiye pey wê û ji ber vê çûye cem kal û pîra xwe. Zarokê wiha got: “Li Amedê ez dam navendekê. Kesê ku qaşo bavê min e û malbata wî bi ser navedê de girtin. Xwestin min ji wir bigirin. Min dixwestin ku wê min bikujin. Ez neçûm. Dibêjin tu mêrekî din re geriyaye, ji ber vê revyaye. Lê ev ne raste. Hewl didin xwe ji sûc xilas bikin. Ez wan gilî dikim. Dixwazim bên cezakirin. Ez dixwazim tevlî dozê bibim û cezayê herî giran bigirin. Psîkolojiya min xera bû. Ez bûm nexweşa epîlepsî.Min ev rewş ji dayika xwe re negotibû. Herî dawî ez rojekê çûm cem polîs û min rewş vegot.”
 
‘Bavê wê got bila fuhuşê bike’
 
Dayika wê S.D. jî diyar kir ku piştî zaroka wê çûye qerekolê ji rewşê agahdar bûye û got: “Pirsgirêka psîkolojîk a zarokê hebû. Ji tirsa bavê xwe zaroka min tiştek negot. Min bir psîkolog. Dema gumanbar li mala me bû, keça min qêriya û got ji mala me here. Ji tirsa bavê xwe wê şevê çû parqê raza. Bavê wê her tim em derb dikirin. Em davêtin derve. Hevjînê min bi çekê êrîşê me kir û me jî keça min şand bajarekî din cem bavê min. Hevjînê min em her tim tehdîd kirin. Bavê wê pêşniyar kir ku em keça min bişînin genel evê.Ji ber tiştên ku bav anî serê me em niha di vê rewşê de ne. Ez gilî dikim. Ez dixwazim tevlî dozê bibim.”
 
Gumanbarê îstîsmarê jî îdia kir ku wî tiştek wisa nekiriye û got ew biraziya wê ye, tiştek wisa nekiriye, destmêja wê jî ji biraziya wê naşkê. Gumanbar bi vê îfadeyê ol jî îstîsmar kir. Parêzera zarokê Vedat Barut da zanîn ku ew gilî dikin û dixwazin tevlî dozê bibin. Turhan Bagriyanik jî got zarok di bin travmaya bûyerê de ye û di hemû îfadeyên xwe de heman tişt gotiye û raporên edlî jî vê piştrast dike. Turhan got divê gumanbar bê girtin.
 
Mêrê qaşo bavê zarokê ye jî, Hasan D. parast û got birayê wî tiştek wisa neke û îftereye. Merciya îdiayê daxuyakirin ku ew ji îfadeyan re nabêjin tiştek û got ew daxwaza tevlîbûnan qebûl dikin. Parêzerê gumanbar Vedat Yenturk jî sûcê li ser muvekîlê wî qebûl nekir û got divê beyî girtî bê darizandin. Merciya dadgehê jî biryara darizandina beyî girtî bê darizandin da û runiştin taloqî sibatê kir.