Ji Mulkiye Bîrtane re 15 sal ceza tê xwestin

  • 14:38 28 Mijdar 2019
  • Hiqûq
AMED - Bi sûcdariya "Damezrandin û rêvebirina rêxistinê" ji Paralamentera Berê ya HDP'ê Mulkiye Bîrtane re ji 10 salan heta 15 salan ceza tê xwestin xwestin.  
 
Daneşîna doza ku bi sûcdariya "Damezrandin û rêvebirina rêxistinê" li Endama Dîvana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Paralamentera Berê ya HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane hatibû vekirin, li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Daneşîna ku ji aliyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, parlamenterên HDP'ê Semra Guzel, Ebrû Gunay, Meral Daniş Beştaş, Salîha Aydenîz, Îmam Taşçier û Hevserokê HDP'ê yê Bajar ê Amedê Zeyyat Ceylan ve hat şopandin, Mulkiye ya ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye, bi rêya SEGBÎS'ê tevlî daneşînê bû. 
 
Di daneşînê de Mulkiye ya ji salek zêdetire girtî ye, îfadeyên xwe yên berê dubare kirin û tehliyeya xwe xwest. Parêzera Mulkiye, Pîrozhan Karalî jî di parastina xwe de diyar kir ku sûcdariyên li muwekîla wê hatine kirin, fîîlên bi nasnameya xwe ya parlamenteriyê kirine û nabin sûc. Pîrozhan destnîşan kir ku muwekîla wî bi xebatên xwe yên KCD'ê tê sûcdarkirin lê ji aliyê Dadgeha Bilind ve biryar hatiye dayîn ku endamtiya KCD'ê nabe sûc. 
 
Dozgerê Komarê piştî parastinê mutalaa xwe aşkera kir û bi sûcdariya "Damezrandin û rêvebirina rêxistinê" ji Mulkiye re ji 10 salan heta 15 salan ceza xwest.  
 
Parêzerên Mulkiye ji bo parastina li dijî mutalaa dozger dem xwestin. 
 
Dadgehê jî ji bo parêzer parastinên xwe amade bikin daneşîn taloq kir.