Cezayê muebetê ji bo Nûbahar Ozdemir hat xwestin

  • 17:27 27 Mijdar 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Danişîna doza Nûbahar Ozdemir a di doza Nisêbînê de hatibû cudakirin hat dîtin. Dozger di danişînê de der barê Nûbaharê de cezayê muebetê xwest. 
 
Danişîna doza Nûbahar Ozdemîr a di 26'ê Gulana 2016'an de li gel 17 jê zarok 70 kesên piştî qedexeya derketina kolanan hatin binçavkirin û girtin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Piştî tespîta nasnameya Nûbahar Ozdemir, danişînê dest pê kir. Nûbaharê ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê bi rêya (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Di danişînê de parêzerê Nûbaharê li salonê amade bû. Dozger der barê Ozdemir de mutaala xwend û xwest Ozdemir bi îdîaaya “Yekitî û tevahiya dewletê xera kiriye" bi cezayê muebeta giran bê cezakirin. Parêzerê Nûbaharê jî der barê mutaalaya dozger de dem xwest. Nûbaharê jî xwest bê berdan. Heyeta dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û xwest Nûbaharê di danişîna pêş de li salonê amade bibe. Heyetê piştre doz taloqî 24'ê Çileya 2020'an kir.