‘Heqîqet ne diperçebûnê de, di yekbûnê de veşarî ye’

  • 09:10 27 Mijdar 2019
  • Hiqûq
Fîlîz Zeyrek
 
MERSÎN - Sebahat Çençtarîh diyar kir ku di sûcên li hemberî jinan tên kirin de, kes, civak û dewlet bi hev re berpirse û got: “Heqîqeta tiştekî ne di parçe de di yekbûnê de veşartiye. Di pergalên dewletan de kes ji ahlaq dur dikevin, xwe dispêrin qanûnan û li gorî vê tevdigerin. Valahiyên di qanûnan de jî wek alav bi kar tînin û sûc dikin.”
 
Parêzer Sebahat Gençtarîh diyar kir ku yek ji sedemên herî girîng yên kuştinên jinan helwesta darazê ye û got ceza bi tena serê xwe pêşî li sûcên li dijî jinan nagirin û got: “Li aliyekî ceza tên dayîn li aliyê din jî mêr li gorî kodên mêrtiyê, tecawiz, tacîz, îstîsmarê ji xwe re wek maf dibînin.”
 
‘Dewlet ji cînayetan berpirse’
 
Sebahatê bi lêv kir ku kuştinên jinan polîtîkin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kes, civak û dewlet, hemû bi hev re ji van kuştinan berpirsin. Heqîqeta tiştekî ne di parçe de di yekbûnê de veşartiye. Di pergalên dewletan de kes ji ahlaq dur dikevin, xwe dispêrin qanûnan û li gorî vê tevdigerin. Valahiyên di qanûnan de jî wek alav bikar tînin û sûc dikin. Li Tirkiyeyê di darizandinên tên kirin de ji ber têgehên ‘parastina rewa’, ‘namûs’ daxistiinên tahrîka bê maf tê dayîn. Bi vî awayî jî mêr tên parastin û ev jî ji bo zêdebûna kuştinên jinan têrê dike.”
 
‘Divê bi toleransa sifir nêz bibin’
 
Sebahatê desnîşan kir ku divê bi toleransa sifir nêzî sûcdaran bibin û wiha pê de çû: “Bi tu awayî aliyê mafdariyê yê kuştinê tune ye. Runiştina Cemîle Erturkoglu ya ji aliyê Mustafa Erturkgolu ve hat qetilkirin hebû. Me di runiştina Cemîleyê de jî nêrîna dewletê ya mêr dît. Di civakê de zîhniyeteke ‘sapik, psîkopat a mêr di civakê de heye. Lê sûcê tê kirin ne şexsî ye, civakê îdeolojî û nêrîna li hember jinê eleqeder dike. Heqîqeta tiştekî ne di parçebûnê di yekbûnê de veşartiye. Di pergalên dewletan de kes ji ahlaq dur dikevin, xwe dispêrin qanûnan û li gorî vê tevdigerin. Valahiyên di qanûnan de jî wek alav bi kar tînin û sûc dikin.”
 
‘Zexta bav-bira şîdet rewa kir’
 
Sebahatê di dawiya axaftina xwe de daxuyakrin ku rewşa jinê di her serdemê de di nav sosyalîteya xwe de jî zêdetir kûr bûye û got: “Mêrên îro dibêjin ‘bila jin derengiya şevê dernekevin derve’ bi mêrên ku li dijî jinê sûc dike re di heman astê de ne. Zexta bav û bira ya li ser jinê îro şîdet rewa kiriye.”