Daneşîna yekem a Îrfan Rauf Oz hat dîtin

  • 16:03 26 Mijdar 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Piştî îdanameya derbarê Îrfan Rauf Oz ê ku li Nisêbînê li dijî zaroka nexweşa sarayê êrîşa zayendî pêk hat amade bû daneşîna yekem a doza wî hat dîtin. Piştî nûçeya ku ji aliyê ajansa me ve hat weşandin malbata zaroka bi êrîşê re rûbirû ma gilî kir gûmanbar hatibû girtin. 
 
Piştî nûçeya me ya bi sernavê "Li Nisêbînê Zarokek bi êrîşa zayendî re rûbirû ma" hat weşandin, malbata zarokê serlêdana sûc kiribû. Piştî giliyê malbatê gûmanbar Rauf Oz (59)  hatibû girtin û şandibûn girtîgehê. Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de  îdanameya hat amdekirin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat qebûlkirin, hat xwestin ku Raîf Oz ê êrîşkar bê cezakirin.  Di daneşîna dozê ya yekem ku hat dîtin de gûmanbar tevli bû û parêzerê wî tevli nebû. Parêzerê zarokê jî li daneşînê amade bû. Piştî ku mutala hat xwendin û nasneme hatin tespîtkirin daneşîn hat destpêkirin. 
 
Di daneşîna yekem ku aht dîtin de gûmanbar parastin nekir. Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Amedê ku li gel malbatê tevli daneşînê bû daxwaza mudaxilbûnê kir. Di daneşînê biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya gûmanbar berdewam bike û daneşîn taloqî 21'ê Çileya 2020', hat kirin.