Parêzer Oyku Çakmak: Qanûn heye lê pêk nayên

  • 09:12 24 Mijdar 2019
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Endama Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Oyku Çakmak da zanîn ku peymanên CEDAW û peymana Stenbolê ya li dijî şîdeta li ser jinan bi bandore lê pêk nayên û got: "Jin ji qerekolan bigirin heta pêvajoya dadgehê, ku têkoşîneke mezin didin, rastî her cureyê astengiyan tên. Em çiqas li dijî van astengiyan têbikoşin jî heta polîtîka neyên guhertin nikare ji holê rabe.”
 
Endama Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Oyku Çakmak bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, axivî û diyar kir ku daraz û mekanîzmayên divê jinê biparêzin qelsiya wan heye û got li gorî daneyên ne fermî li Tirkiyeyê îsal 400 jin hatine qetikirin.
 
‘Qanûn heye lê pêk nayê’
 
Oykuyê balkişand ser peymanên ku jinan diparêze yên wekê CEDAW û Peymana Stenbolê û da zanîn ku ev qanûn gelek bi bandor in lê pêk nayê û rastî astengiyên mezin tên û wiha axivî: "Jin ji qerekolan bigirin heta pêvajoya dadgehê, ku têkoşîneke mezin didin, rastî her cureyê astengiyan tên. Ev astengî jî wek berhema zîhniyeta serdest ya mêr dertê holê. Em çiqas li dijî van astengiyan têbikoşin jî heta polîtîka neyên guhertin nikare ji holê rabe.”
 
Oykuyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku di dozên şîdet û kuştinên jinan de rastî zor û zehmetiyên darazê tên û wiha pêde çû: “Ji qerekolan heta dadgehan, di bûyerên şîdetê de ji bo mêrên gumanbar bi nêrîna ‘lê sedemek wê heye’ dinêrin. Em vê dibînin. Ger peymana CEDAW û Stenbolê pêk bihata wê şîdet mahkumê tunebûnê bûna. Lê di pêkanînê de kêmasî hene.”
 
‘Divê derfeta aborî bê afirandin’
 
Oykuyê her wiha bi lêv kir ku jinên rastî şîdetê tên, piranî ji aliyê mêran ve bi israr tê şopandin û wiha dom kir: “Yek ji fikarê herî mezin ya jinan aboriye. Hawirek wan ya ku jiyana xwe bidomînin tune. Di hevdîtinên ku me bi jinên serî li baroyê dane de, em behsa tedbîrê parastinê û stargehê dikin ew jî pirsa derfetê aborî heye an na dikin. Ji ber vê divê derfetên aborî bên afirandin.”
 
‘Di bin qetilkirinê de li sedeman digerin’
 
Oykuyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî mezin yên di darazê de pê re tên rû hev ‘tehrîka bêmaf’ û ‘rewşa baş e’ û got daraz di bin qetilkirinê de li sedeman digere. Oykuyê her wiha da zanîn ku ligel şîdeta mêr şîdeta dewletê jî heye.