Îtiraza li dijî tehliyekirina Kibriye hat redkirin

  • 14:42 22 Mijdar 2019
  • Hiqûq
AMED - Îtiraza li dijî tehliyekirina Kibriye Evren a ku li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû kirin, hat redkirin.
 
Di 9'ê Cotmeha sala borî de di çarçoveya operasyona li Amedê hatibû meşandin de tevî Rojnameger Kibriye Evren 142 kes hatibûn binçavkirin. Di rûniştina ku di 12'ê Mijdarê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê  hatibû dîtin û Kibriye bi sûcên "endamtiya rêxistinê","propagandaya rêxistinê" dihat darizandin de, Kibriye hat tehliyekirin. Lê dozgerê dadgehê îtiraz kiribû. 
 
Îtiraza Serdozgeriya Komarê hat redkirin
 
Dadgehê biryar da ku îtiraza li dijî tehliyekirina Kibriye bê redkirin. Îtiraza li dijî tehliyekirina Kibriye hat redkirin.