Danişîna doza bersûcên fîrar ên komkujiya GAR'a 10'ê Cotmehê hat dîtin

  • 13:31 21 Mijdar 2019
  • Hiqûq
ENQERE - Danişîna doza bersûcên fîrar ên komkujiya GAR'a 10'ê Cotmehê  hat dîtin. Di danişînê de dema heyetê wekî beşdarê danişînê nav Hevşaredara Pirsûsê Hatice Çevik ya hat girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin xwend, hemû malbatan bi hevre gotin “girtî ye". 
 
3'emîn danişîna doza 16 bersûcên têkildarî komkujiya 10'ê Cotmehê ya li GAR'a Enqereyê tên darizandin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dest pê kir. Di 10'ê Cotmeha 2015'an de endamên DAIŞ'ê li dijî beşdarên mîtînga Ked û Aştiyê ya KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê êrîşên bombeyî pêk anîbûn. Di êrîşê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî dozê 16 bersûcên tên darizandin firar in. 3’emîn danişîna doza bersûcên fira hat dîtin. Di danişînê de endamên Komeleya Piştevanî û Şêwirmendiya Malbatên 10'ê Cotmeşê ewil li pêş edliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê malbatan Hevseroka 10 Ekim-Derê Mehtap Sakinci Coşkun, diyar kir ku di dîroka darizandinên li Tirkiyeyê de yekem car doza ku wekî sûcê “Li dijî mirovahiyê hatiye kirin" tê dîtin, girîng e. Mehtap, wiha got: “Yekem car darizandina sûcê li diji mirovahiyê dê kirin. Yekem car di vê danişînê de em ê bersûc bibînin. Di dosya ku 16 bersûcên fîrar tên darizandin de heta niha tu gav nehatiye avêtin. Ji destpêkê heta niha me got em dê gotina xwe berdewam bikin. Ev danişîn pir girîng e. Em dixwazin hemû hêzên ked û demokrasiyê piştgiriyê bidin vê dozê û beşdarî vê dozê bibin. 
 
Mehtap, bertek nîşanî girtina Hevşaredara Pirsûsê Hatice Çevik a ku di komkujiyê de bi birîndarî xelas bûbû, da û wiha lê zêde kir: “Em li hemberî vê girtinê pir bi hêrs in. Hêrsa me bêzir mezin bû. Hatice Çevik û malbatên 10'ê Cotmehê ne bi tenê ne." Tosun piştre der barê projeya ‘Bîrdariya Ked, Demokrasî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê û Tasarima û Fikra Navneteweyî ya Cihê Bîranînê" ku hefteya bê bi awayekî fermî dest pê bike agahî parve kir. 
 
Piştî daxuyaniyê dirûşmeya “10'ê Cotmehê ji bîr nekin, Nedin ji bîr kirin" berz kirin. Malbat piştî daxuyaniyê derbasî salona danişînê bûn.
 
Di danişînên berê de cihê bersûc vala bû. Di vê danişînê de di rêza cihê bersûcan de Erman Ekîcî yê ji doza sereke bi sucdariya “Rêveberiya rêxistinê" rastî 18 sal ceza hat û piştî serlêdana suc a Dozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi îdîaya “Sûcê li dijî mirovahiyê" îdianame amade kiriye, cihê xwe girt. Di darizandina doza sereke de di nava 35 bersûcan de ji kesên girtî 19 kes rastî 7.5 sal û 101 caran rastî cezayê muebetê hatibûn. 
 
Li gel bersûc Erman Ekîcî, parlamenterê HDP'ê Huseyin Kaçmaz û malbat amade bûn. Di danişînê de navê malbatan yek bi yek hat xwendin. Yek ji navê malbatan navê Hevşaredara Pirsûsê Hatice Çevik a di komkujiyê de hevjîn û keça xwe winda kir bû. Dema navê  Hatice a hat girtin û qeyûm tayinî şûna wê hat kirin hat xwendin, hemû malbatan bi hevre gotin “Girtî ye" û dengê xwe bilind kirin. 
 
Pişytî navan îdîayên der barê bersûc Erman Ekicî hatin xwendin. Erman Ekicî parastin kir û got: “Girêdayî materyalên Yunus Durmaz û Yakup Şahin der barê min de îddianame hatiye amadekirin. Ez qurban hatim hilbijratin" û îdîa red kirin. Ekîcî anî ziman Yunus Durmaz, li Dîlokê qala Mala Şana veşarî dike û wiha axivî: "Halil Îbrahim Durgun, Talha Guneş, Abdulmuttalip Demir ji lêpirsîna terorê dihatin pirsîn. Lê der barê van kesan de îddianame nehat amadekirin. Ebu Talha yê ji Dîlokê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve lêgerîna wî hebû. Lê ji ber ku ew nedîtin avêtin ser min. Ebu Talha ne ez im, Talîp Akkurt e. Bi navê Ebû Talha yê di sala 1984'an de ji dayik bûye lê digerin. 
 
Erman piştre bersîv neda pirsên parêzeran.