Nûçeyên Melîke û Rûkenê wekî delîlên sûc hatin nirxandin

  • 09:39 20 Mijdar 2019
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Di 16'ê Mijdarê de nûçegihana me Melîke Aydin û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Demîr bi hinceta nûçeyên grevên birçûbûnê û nûçeyên Çiyayên Kazê çêkirine wekî delîl hatin nîşandan. 
 
Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve polîsan avêtin ser mala nûçegihana me Melîke Aydin û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Demîr. Melîke û Rûken bi îdiaya "Li ser navê rêxistinê faliyet kirine" di 16'ê Mijdarê de hatin girtin. Nûçeyên nûçegihanan wekî delîl hatin nîşandan. 
 
Ji ber ku nûçegihana me Melîke bi Platforma Jinan a Çîgiyê re bi rêya telefonê hevdîtin pêk aniye wekî "talîmata rexistinê" hat îdiakirin. Her wiha di 20'ê Hezîranê de ji ber ku nûçeye qetilkirina Habîbe Çevîk û xwişka wê Fatma Akdag çêkiriye, wekî "Platforma Jinan a Çîgliyê bi navê rêxistinê tev geriyaye û dewlet reş kirine" hat nirxandin. Dîsa nûçeya Komelaya Lêkolîna Çand û Ziman a Avestayê jî wekî "Kurdî wekî zimanekî fermî ye û dixwazin li her derê belav bibin hatiye nîşandan" wekî sûc hat dîtin. Her wiha xeta telefonê ya Melîkeyê li ser navê xwişka wê ye wekî delîlek hat nirxandin. 
 
Dadgeh jî roportajên Rûkenê ya ku bi malbatan re çêkirine wekî "reşkirina dewletê" nîşan dan. Her wiha ji bo her du nûçegihanan jî armanca çêkirina nûçeya Çiyayên Kazê hat pirsîn û nûçeyên ku derbarê rewşa girtiyên nexweş jî wekî "nûçeyeke derew" hat nirxandin. 
 
Parêzerên nûçegihanan Zafer Încîn diyar kir ku ji bo serbest berdana Melîke û Rûkenê dê îtîraz bikin.