Danişîna Leyla Guven hat taloqkirin

  • 11:46 13 Mijdar 2019
  • Hiqûq
AMED - Di danişîna doza Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de dadgehê daxwaza rakirina qedexeya  derketina derveyî welat red kir. 
 
Danişîna 8’emîn a doza Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi îdiaya  “Rêvebera rêxistinê ye” tê darizandin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Leyla beşdarî  danişînê nebû û parêzera wê Reyhan Yalçindag amade bû. 
 
Danişînê bi xwendina girteyan dest pê kir. Hatibû xwestin axaftina kurdî ya Leyla li beşa Kurdolojiyê ya  Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê were deşîfrekirin û dosyeya Amed û Wanê bikin yek. Lê hat dîtin ku bersiv  nedane vê daxwazê. 
 
Dozger xwest ku hisûsên kêm yên dosyeyê temam bibin û daxwaz kir ku kontrola edlî ya derbarê Leyla de  dewam bike. 
 
Parêzer Reyhan Yalçindag xwest ku kontrola şertê edlî ya qedexeya derketina derve ya miwekîla wê bê  rakirin. 
 
Danişîn hat taloqkirin
 
Heyeta dadgehê daxwaza parêzer a rakirina qedexeya derketina derve red kir. Heyetê xwest bersivê bidin  muzakereya deşîfrekirina axaftina kurdî û Dadgeha Wanê û her wiha biryar da ku telefona Leyla ya hatibû  desteserkirin paş de bidinê. Heyetê danişînê taloqî dîrokek pêş kir.