10 sal cezayê girtîgehê li polîsê Mazlûm Tûran ê 16 salî kûşt hat birîn

  • 14:14 11 Mijdar 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Di doza ji nû de dariznadina polîsê berî bi 4 salan li Qoserê Mazlûm Tûran ê 16 salî kuşt de, biryar hat dayîn. Polîsê ku berê, salek û 10 meh cezayê girtîgehî lê hatibû birîn, vê carê 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. 
 
Li navçeya Qoser a Mêrdînê, di 28'ê Tebaxa 2015'an de Mazlûm Tûran ê 16 salî, bi hinceta ku guh nedaye banga ''raweste'', ji hêla polîsê bi navê Suleyman Esenboga ve hat kuştin. Di doza hat dîtinde salek û 10 meh cezayê girtîgehê li polîs hat birin. Parêzerên Mazlum îtîrazî biryarê kirin û îtîraza wan hatibû qebûlkirin. Di danişîna biryarê ya doza ku ji nû ve hat dîtin de, biryar hat dayîn. Danişîn li 5’emîn Dadgeha Cezayê giran a Mêrdînê hat dîtin. Bersûç Suleyman Esenboga û parêzerên wî bi SEGBÎS’ê ji Edliya Mêrsînê beşdarî danişînê bûn. Malbata Mazlûm û parêzerên wî li salona danişînê amede bûn. 
 
Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pê kir. Dozger xwest bersûc Suleyman Esenboga bi sûcdariya “Bi zanebûn, kuştinê” bê cezakirin. Parêzerê malabata Mazlum Erdal Kûzû piştî dozger parastin kir û wiha got: “Helbesteke helbestvan Ece Ayhan ya ‘Birdariya Xwendekarê Kiryar Nediyar’ heye. Di vê helbestê de behsa zarokên di ders dewletê de hatine kuştin dike. Mezlûm jî yek ji van zarokên ku di dersa dewletê de hatiye kuştine. Pêkanîna me ya hiqûqê cihêkarî ye. Li gorî nav, wesf û erdnîgariyê darizandin tê kirin. Ji roja ku ev welat hatiye avakirin û vir ve ev awayê darizandinê dewam bike. A rastîn jî mutaele jî eve. Li Qoserê bûyerekê rû daye. Tedbîr hatine girtin. Tu agahiya Mezlûm ji vê yekê tune ye û deme diçe mala xwe ji aliyê  polîs ve tê kuştin. Kesekê wî dikuje erkdarê dewletê ye û vê yekê ji holê raneke. Ji ber vê em dixwazin dadgeha me li gorî hiqûqê, exlaq û wijdanê biryarê bide.” 
 
Ceza kêm kirin 
 
Dadgehê piştî parastina Erdal Kûzû navber da danişînê. 
 
Dadgehê piştî navberê, biryara xwe aşkere kir û ji bo bersûc Suleyman Esengboga bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” 12 sal cezayê girtîgehê birî. Şandeya dadgehê dûre bi hinceta nêzîkatiyên baş ên bersûc Esenboga yên di dadgehê de, ceza daxist 10 salan.