Danişîna doza Rojnameger Kîbriye Evren dê sibê bê dîtin

  • 10:21 11 Mijdar 2019
  • Hiqûq
AMED - 8'emîn danişîna doza  Rojnamevan Kîbriye Evren a di 9'ê Cotmeha 2018'an de li Amedê li gel 142 kesan hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin; dê sibê li Edliyeya Amedê bê dîtin. 
 
Rojnamevan Kîbriye Evren, di 9'ê Cotmeha 2018'an de li Amedê li gel 142 kesan hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin. Sibê dê 8'emîn danişîna doza Kîbriyeyê wê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk bê. Dozger di danişîna 6'emîn de mutaala xwendibû. Dozger di mutaalayê de der barê Rojnameger Kîbriye de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê kiriye" xwestibû heta 20 salan bê cezakirin. Kîbriye, li dijî mutaalaya dozger a di 18'ê tîrmehê de parastin kiribû û diyar kiribû ku li hemû cihê jin lê hebe qada rojnamegeriyê ye û bi salan e der barê jinan de nûçe çêdikin. Ji ber xebatên rojnamgeriyê dike hatiye girtin. 
 
Dihat payîn ku di danişîna 24'ê Îlonê ya 7'emîn de biryarê bide. Lê ji ber ku dozgerê komarê yê Mêrsîn û Rihayê têkildarî lêpirsînên salên 2012 û 2013'an de bersîv nedabû danişin taloq kiribû.